ÎHD’ê li Amedê rapora êşkenceyê ya 10 salên dawî eşkere kir

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê rapora êşkence û nêzîkatiyên xirab ên 10 salên dawî eşkere kir.

Komîsyona Têkoşîna li dijî Muameleyên Xerab a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê rapora binpêkirina mafan a di navbera salên 2010-2019'an de bi raya giştî parve kir. ÎHD'ê rapor li avahiya ÎHD'ê ya Amedê parve kir.

Serokê Şaxa ÎHD'ê Abdullah Zeytun û rêveberên komeleyê amade bûn. Endamên Komîsyonê Ezgî Silademir û Yakup Guven rapor xwendin.

Di raporê de diyar kirin ku di navbera salên 2010-2019'an de 3 hezar û 569 kesên ku mafê wan hat binpêkirin serî li wan dan û 690 kesên ku bedena wan zerar dîtibûn serlêdana wan lêkolîn kirin. ÎHD'ê di raporê de anî ziman ku di nava 10 salên dawî de herî zêde di salên 2017 û 2018'an de binpêkirina mafan zêde bû. ÎHD'ê da zanîn ku herî zêde li girtîgehan êşkence pêş ketiye kû ji sedî 47 li girtîgehan êşkence li girtiyan hatiye kirin. ÎHD'ê di raporê de da zanîn ku di nava 10 salan de herî zêde polîsan êşkence li welatiyan kiriye û yên êşkence kirine ji sedî 45 gardiyan, ji sedî 39 polîs, ji sedî 10 cendirmeyan û ji sedî 1 jî cerdevanan êşkence kiriye. ÎHD'ê di raporê de destnîşan kir ku pir aşkere 324 gardiyanan û 280 polîsan eşkere êşkence li girtiyan û welatiyan kiriye û wiha cih da raporê "Bi taybetî memûrên ku ji ewlehiya civakê berpirsiyar, li şûna wan biparêze raste rast ew kirine hedefa xwe. Birîn kirine, bi lêdan û çekê bedena wan birîn kirine. "

ÎHD'ê da xuyakirin ku di raporê de cih nedane binpêkirinên mafên ên wekî neheqî, çer, gef û tacîzên devkî. ÎHD'ê anî ziman ku di navbera salên 2010-2019'an de li gorî rewşa polîtîk, geşedanên di navbera hêzên dewletê û PKK'ê de rêje û hêjmar hatiye guhertin û wiha li raporê zêde kir: "Li gorî pêkanînên otoriter, zimanê tundiyê û wêdekirina civakê tundî û êşkence hatiye guhertin. Di dema ku hikûmet û dewletê bi zimanê diyalog û rêbazên aştiyane nêzî meseleya Kurd û pirsgirêkên din bûn de rêjeya tundî û îşkenceyê kêm bû. Lê di pêvajoya ku zimanê dewlet û hikûmetê hişk bû û pêvajo xera kirin de rêjeya tundiyê zêde bû. Gelek serlêdanên sûc bê encam bi dawî bûne. Dîsa kesên êşkence kirine û maf binpê kirine nehatine cezakirin. Bi taybetî di serdema salên 2013-2015'an ên pêvajoya diyalog û muzakereya bi Kurdan re tundî kêm bû. Piştî 24'ê Tîrmeha 2015'an ku bû destpêka şerê çekdarî dîsa tundî û êşkence zêde bû. Êşkence û muameleya xerab zêde bû. Bi taybetî piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an û polîtîkayên hikûmetê û avakirina OHAL'ê tundî û îşkenceya polîs û eskeran a li kolanê zêdetir bû."

ÎHD'ê di raporê de destnîşan kir ku îşkenceya ku di van 10 salan de hatiye kirin her çend neşibe ya salên 90’î jî lê ne kêmî wan rojan e jî û wiha dirêjî da raporê: "Îro mumaleya xerab û êşkence li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye. PBi taybetî piştî Adara 2020'an polîs û eskeran li Edirne, Qers, Mêrsîn û Bartin û hemû aşên din hemû hêz xistine destê xwe. Di sala 2010'an de bi îdeaya êşkence û muameleya xerab 5 jin, 5 zarok 29 mêr bi giştî 34 kesan serî li Komeleyê dan. Di sala 2011'ande 66, 2012'an de 61, 2013'an de 50, 2014'an de 72, 2015'an de 46, 2016'an de 79, 2017'an de 100, 2018'an de 99, 2019'an de 82 kesên ku mafê wan hat binpêkirin serî li ÎHD'ê dan.

Di 10 sahên dawî de bi sucdariya êşkence û muameleya xerab 689 kesan serlêdan kiriye. Ji van kesan 97 jin û 592 kes jî mêr in. Di 10 salên dawî de herî zêde di salên 2017 - 2018'an de serlêdan hatin kirin. Yên êşkence kirin 324 jê gardiyan û 280 jî polîs bkûn. 71 jê esker û 26 jê jî nehat tespîkirin. 11 kesên din û 9 jî cerdevan bûn. 335 kes li girtîgehê, 168 kes li kolanê, 81 kes di bin çavan de 80 kes dema hatin binçavkirin, 24 kes di maşîneyên zirxî de 12 kes li gundan, 11 li deverên cuda 9 kes jî li eskeriyê hatin îşkencekirin.

ÎHD'ê di raporê de xwest bi lez dawî li îşkenceyê bê û kesên êşkence dikin bên cezakirin. ÎHD'ê xwest mafê mirovan bi rêya darazê bê parastin û îşkencekar bên darizandin û cezakirin.