ÎŞKÛR torpîlê ji alîgirên AKP'ê re dike

ÎŞKÛR ku timî bi torpîla xwe ya ji bo alîgirên AKP'ê di rojevê de ye, li Colemêrgê her sal mirovên nêzî AKP'ê tevlî kar dike

Li Colemêrgê û navçeyên wê bêkarî bûye 85 ji sedî. Bi krîza mezin a aboriyê û şewbê re şêniyên Colemêrgê bêhtir xizan bûye. Piraniya nifûsa Colemêrgê ciwan in. Hema bêjin, temamiya ciwanên Colemêrgî bêkar in. Ciwanên ku li Colemêrgê kar bi destê wan nakeve, koçî Wan û bajarên din dikin ji bo karibin kar bikin.

Li Colemêrgê her sal bi dehan kes tevlî karê li saziyên ÎŞKÛR'ê tên kirin. Temamiya kesên li ÎŞKÛR'ê tevlî kar tên kirin jî alîgirên AKP'ê û cerdevan in, ku ev yek bûye cihê nerazîbûnan. Her sal meha Tebaxê ji bo kesên tevlî kar bên kirin pişk tê avêtin. Colemêrgî dibêjin, pişkavêtin formalîte ye û tenê alîgirên AKP'ê û cerdevan tevlî kar tên kirin.

HER SAL HEMAN KES TEVLÎ KAR TÊN KIRIN

Cuneyt T. ê 28 salî dibêje ew bêkar e û tevî ku her sal serî li ÎŞKÛR'ê dide tevlî kar nayê kirin. Cuneyt T. destnîşan dike ku heman senaryo her sal tê dubarekirin û dibêje, "Tevî ku li vî bajarî ewqas mirov bêkar in, kesên ku her sal li ÎŞKÛR'ê tevlî kar tên kirin heman kes in. Yên tevlî kar tên kirin jî bi giranî alîgirên AKP'ê ne, yan jî cerdevan in. Tevî ev kesên navborî li karên cuda jî dixebitin li ÎŞKÛR'ê jî tên xebitandin. Yanî du caran maeş werdigirin. Şêniyên bajêr jî bêkar tên hiştin."