Êzidiyan dewleta Tirk şermezar kirin

Civaka Êzidî li ber gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê rabû û daket qadan.

Li dijî gefên dewlet û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li dijî civaka Êzidî û dagirkirina Şengalê, civaka Êzidî tevî hemû sazî, komele û rêxistinên xwe li navçeya Sinûnê ya Şengalê meşiya. Di meşê de bang li hikumeta Iraqê û civaka navneteweyî hate kirin ku li dijî dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.

Meşê ji navenda Sinûnê dest pê kir û heta ber avahiya Navenda Rêveberiya Sinûnê dewam kir. Êzidiyan gotin, ji bilî hêzên ku 3'ê Tebaxa 2014'an bi wan re bûn û ew parastin, ew ê hebûn ti hêzê li ser axa xwe qebûl nekin.

'CIVAKA ÊZIDÎ DIKARE BI VÎNA XWE TEVBIGERE'

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hesen Hecî piştî meşê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em gefên dewleta Tirk qebûl nakin ku ji bo komkujiyê li ser axa me bike dixwe. Em ji hikumeta Iraqê û civaka navneteweyî dixwazin ku li ber gefên dewleta Tirk bêdeng nemînin. Dewleta Tirk nikare xwe li rêvebirina xwe bi xwe ya gelê Şengalê rabigire, lewma gefan dixwe." Hesen Hecî destnîşan kir ku civaka Êzidî êdî dikarin bi vîna xwe tevbigere.

'EM SPASIYA PKK'Ê DIKIN'

Hesen Hecî li ser vekişîna gerîlayên HPG/YJA Starê ji Şengalê got, "Em spasiya PKK'ê dikin. Em ê wan ti carî ji bîr nekin."

'YEKÎNEYÊN ME YÊN PARASTINÊ YBŞ Û YJŞ NE'

Berpirsyarê Navçeya Sinûnê Xwedêda Çûkê jî got, "Ji bo gelê me çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê dengê xwe bigihînin civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan."

Çûkê êrîşên DAÎŞ'ê yên 2014'an li Şengalê kir bi bîr xist û got, "Hêzên pêşmerge berê jî li vir bûn. Lê mixabin em di nava lepên DAÎŞ'ê de hiştin. Ji ber vê yekê em qebûl nakin ku ti hêzeke din bê ser axa em. Em dixwazin xwe bi xwe biparêzin. Yekîneyên me yên parastina gel jî YBŞ û YJŞ ne."