Êşkence û zextên li girtîgehên Êlîhê

Şaxa ÎHD’ê a Êlîhê bal kişand li ser zext û êşkenceyên Kampûsa Girtîgeha Qubîn a Êlihê û Girtîgeha Tîpa M a Êlihê.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê têkildarî binpêkirinên li girtîgehên, li avahiya komeleyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li girtîgehan ne mirinê, lê jiyanê diparêzin. Bila girtiyên nexweş tavilê bên berdan. Bêdeng nemîne, dimirin” hate daliqandin.

Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Platforma Ked û Demokrasiyê jî di daxuyaniyê de amade bûn. Daxuyanî ji hêla Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê parêzer Yunus Bagiş ve hat xwendin. Bagiş, diyar kir ku polîtîkayên tundiyê yên ku îktîdara siyasî esas digire, sedema bingehîn a binpêkirinên li girtîgehan e. Her wiha Bagiş got ku polîtîkaya necezakirinê, hêj niha jî girîngtirîn astengiya li pêşiya têkoşînê ye û ev tişt anî ziman: “Derheqê faîlan de tu lêpirsîn nayên destpêkirin, lêpirsîn venaguherin teqîbetan, di dozan de îdianame ne bi sedema îşkenceyê lê bi sûcên ku cezayê wan kêm e tên amadekirin, yan tu ceza li bersûcan nayên birîn an jî tên taloqkirin. Di nava salekê de me bi girtiyan re hevdîtin kirin û gelek binpêkirinên mafan tespît kirin.”

 GIRTÎGEHA TÎPA M A ÊLÎHÊ

 Bagiş, diyar kir ku piştî serhildana di sala 2020’an a li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê, rêveberiya girtîgehê helwesteke pir dijwartir nîşan dide û ev agahî dan: “Lewma jî nêzikatiya xerab a li dijî girtiyan zêde bûye. Di nava vê pêvajoyê de şandeya me ev binpêkirin tespît kirin; yek jê jin bi giştî du girtiyan îsal li qawîşên xwe xwe kuştin û jiyana xwe ji dest dan. Ev yek binpêkirina mafê jiyanê ye û derheqê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Girtiyekî ku ji bo tedawiya diran çû nexweşxaneyê, rastî nêzikatiya xerab a bijîşk hat û bijîşkî erd pê da paqijkirin ku ev yek dikeve çarçoveya nêzikatiya xerab. Di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li girtiyeke jin hatiye ferzkirin û dema li dijî vê sepanê derketî jî hate derbkirin. 3 girtiyên siyasî yên jin bêyî ku rêveberiya girtîgehê sedemekê nîşan bide, li girtîgehên Bunyan û Tarsusê hatin sirgûnkirin û bi vê yekê hem ew û hem jî malbatên wan hatin mexdûrkirin. Du girtiyan da zanîn ku di ketina girtîgehê de, di dema hatin û çûna hevdîtina bi parêzeran re de, di dema hatin û çûnên ji bo hevdîtinên girtî û vekirî de, lêgerînên ku rûmeta mirovan binpê dikin li girtiyan tên ferzkirin.”

 KAMPUSA GIRTÎGEHA QUBÎNÊ

 Têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa T û Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind ku li Kampusa Girtîgeha Qubîn a Êlihê jî Bagiş ev agahî parve kirin: “Êdî hejmartina li ser pêyan bi awayeke rûtîn tên kirin, girtî nikarin derkevin qada bêhnstendinê ya hevpar, pirtûkên bi Kurdî hatine qedexekirin, kurteyên pirtûkan ên ku girtiyan amadekirin tên komkirin û li gorî agahiyên girtiyê bi navê X, di dema hevdîtinên ser telefonê de li girtiyan tekmîl tê ferzkirin û peywendiyên bitendurist tên astengkirin. Her wiha hat gotin ku girtiyê siyasî S.O. di meha Gulana 2022’yan de li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind xwe kuştiye û derheqê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin. Girtiyan dişînin revîrê û mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin. Ji serlêderan Y. da zanîn ku ji ber ku dereng derxistin revîrê, pirsgirêkên wî yên tenduristiyê girantir bûne.”

 70 GIRTIYÊN NEXWEŞ HATIN QETILKIRIN

 Bagiş, da zanîn ku ji 29’ê Nîsana 2022’yan ve 651 jê rewşa wan giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş li girtîgehan tên ragirtin û wiha bi dawî kir: “Bi taybet jî her roja ku girtiyên rewşa giran li girtîgehê derbas dikin, hem ji bo wan û hem jî ji bo malbatên wan êşkence û nêzikatiya xerab e. Heta dema niha ya sala 2022’yan, herî kêm 70 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Lewma jî divê tavilê li girtîgehên Tirkiyeyê reform bên kirin.”