Êşkence êdî li her derê tê kirin

Li Wanê êşkence êdî li naverastê tê kirin. Polîsên Tirk dema ku diavêjin ser malan, bi awayekî vekirî li nava wesayita polîsan an jî li naverastê êşkenceyê li mirovên ku destgîr dikin dikin.

Hiqûnas Cemal Demîr got, li naverastê, li nava wesayitê, li emniyetê, qereqolê yanî li her devera ku hêzên dewletê hene êşkence tê kirin.

Li Wanê, êşkence êdî li herê tê kirin. Van 6 mehên dawî li naverastê gelek caran êşkence hate kirin. Hiqûqnas Cemal Demîr diyar kir, li her cihê ku hêzên dewletê lê hene êşkence tê kirin û got, "Di dema şer de ev yek zêde bû. Dema ku şer diqewime û mirov tê destgîrkirin, teqez êşkence tê kirin. Tevî ku weke parêzer mirov li ber radibin, raporê amade dikin û bi biryardarî di rapora edlî de vê yekê îspat dikin jî, lêpirsîneke xurt a li ser mijarê nayê kirin. Ji ber ku êşkencekar timî tên parastin û teşwîqkirin."

LÊDAN Û KIRYARÊN XERAB JÎ ÊŞKENCE YE

Demîr işaret bi êşkence û kiryarên xerab ên li Wanê kir û got, "Gelek kes lêdanê, sixêf û heqaretê weke êşkence û kiryarên xerab nabînin. Dema ku em bi mirovên destgîrkirî re diaxivin vê yekê gelek caran dibînin. Gava em jê dipirsin bê êşkence lê hatiye kirin yan na, dibêje 'na'. Lê dema ku em pirsên berbiçav jê dikin, hingî eşkere dibe ku êşkence û kiryarên xerab lê hatiye kirin. Mirov dikarin bi têkoşîneke rêxistinbûyî li ber êşkence û kiryarên xerab rabin. Ev yek ji desthilatdarî û dadgeriyê nayê. Eger baro, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl di vê mijarê de bi biryar bin, dibe ku encamek bi dest bikeve."

ÊŞKENCE LI HER DERÊ YE

Parêzera OHP'ê Sevda Aydin jî got, yên ku ji wan heye ku bi êşkence û kiryarên xerab ên dikarin rastiya xwe binixumînin, xwe dixapînin. Aydin bi dewamî got, "Tevî ku bi wêne û dîmenan êşkence hate îspatkirin jî înkar kirin. Em bang li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû dikirin ku dawî li êşkence û kiryarên xerab bîne ku ev yek zerarê dide rûmeta mirovahiyê û sûcê li dijî mirovahiyê ye. Têkoşîna me ya li dijî êşkenceyê wê dewm bike."