Êrîşî gora rojnamevan Serdeşt Osman hate kirin

Li Hewlêrê gora rojnamevan Serdeşt Osman ê ku di sala 2010’an de hatibû revandin û piştre jî mirî hatibû dîtin, hate texrîbkirin.

 Gora rojnamevan Serdeşt Osman ê ku rêze nivîsek li ser malbata Barzanî û Partiya Demokratîk a Kurdstanê (PDK) nivîsand û şûnde 4’ê Gulana 2010’an li Hewlêrê hate revandin û piştî 2 rojan û şûnde cenazeyê wî li ser rêya Mûsil hate dîtin, ji aliyê kes an jî kesên nenas ve hate texrîbkirin. Li gorî agahiyên hatin girtin, gora Osman ê li gundê Ezeban a girêdayî Hewlêrê hatiye texrîbkirin, kêlên gorê jî hatiye şikandin.

Birayê Osman Beşdar Osman têkildarî êrîşê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku dema dayik û bavên wî ji bo serdana gora wî diçûn dîtin ku gor hatiye texrîbkirin. Osman diyar kir ku têkildarî saeta ku gor texrîbkirin nayê zanîn û got: “Bi îhtimalekî mezin êrîş duh an îro pêk hatiye”.

Osman têkildarî kes an jî kesên ku êrîş pêk aniye wiha anî ziman: “Kê Serdeş revand, kê qetilkirin û heta roja îro kujerê wî parastibe, êrîşa li ser gorê jî wî pêk aniye. Em giliyê li kesê nakin. Ji ber ku ti baweriya me bi vê desthilatê, polîs û hiqûqê nayê. Yên ku heta niha têkildarî qetilkirina birayê min ti lêpirsîn û lêkolîn nedayî destpêkirin, wê ji bo vê êrîşê lêkolînê bide destpêkirin?”

Serdeş Osman di nivîsên xwe yên nivîsandî de diyarkiribû ku eger yek ji nêzî malbata Barzanî be wê li Kurdistanê hemû derî jêre vekirî ba. Osman ê ku rexne li malbata Barzanî yê ku li Başûrê Kurdistanê dest daniye ser hemû saziyên dewletê û dewlemendiyên welat, di beşeke nivîsa xwe de wiha dibêje: “Eger ku yek ji malbata Barzaniyan bûma, minê bapîrê xwe yê ku bi salan pêşmergetî kiribû lê hê weke pêşmerge nayê qebûlkirin, minê kiriba Wezîrê Pêşmergeyan(…)”.

Osman beriya bê qetilkirin di nivîsa xwe ya dawî de gotibû: “Gefên mirinê li min tên kirin. Li vî welatî hîs dikim ku rojên min ê jiyanê ne dirêj in. (…) Mirinekî tirajî bi min bidin kirin ku di jiyana min a borî de di dilê min de tirajî bibe.”

Serdeşt Osman ê 22 salî ku li dijî malbata Barzanî û PDK’ê nivîsek nivîsand, piştî ku hate revandin û şûnde li ser rêya Mûsil, destê wî girêdayî û guleyek li serî dayî hatibû dîtin.

Piştî qetilkirina Osamn rêxistinên çapemeniyê yên mîna Commîttee to Protect Journalîsts (CPJ) û Reporters Withoût Borders (RSF) bi daxuyaniyê dayîn, daxwazkiribûn ku faîlên Osman bên dîtin.

Daxuyaniyên ji aliyê hikûmetê ve jî hatin dayîn, hatibû îdîakirin ku Osman “endamê rêxistinekê bû” navê rêxistinê jî nehatibû eşekerekirin. 100 rojnamevanên Iraqî ji bo Barzanî nameyên vekirî şandibû, diyar kiribû ku daxuyaniya ku hatî dayîn wan têr nabînin.

Bi revandinê qetilkirina Osman li Başûrê Kurdistanê Dihok-Zaxo û Hewlêr xeta ku PDK lê serdest e, ji bo rojnamevanan bû mîladek. Piştî vê dîrokê û şûnde ev herêm li dijî rojnamevanan bi qetilkirin, êşkenceû binçavkirinê tim bûye rojev.

13’ê Tebaxa 2016’an nûçegihanê Rojnewsê WedaT Hisên Elî û 2’yê Kanûna 2016’an jî nûçegihanê KNK’ê Şûkrî Zeynedîn li Dihokê piştî hatin revandin û şûnde bi êşkencekirinê hatibûn qetilkirin.