Êrîşên dagirkeran dewam dikin

Êrîşên bejahî û hewayî yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Di êrîşan de çekên qedexekirî jî têne bikaranîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma Xakurkê;

7'ê Gulanê saet di 15:55'an de artêşa Tirk a dagirker êrîşî Girê Şehîd Axîn kir. Hêzên me jî bersiv dan êrîşan.

7'ê Gulanê saet di 16:30'î de li Girê Şehîd Şahan, hêzên me bersiv dan êrîşên artêşa Tirk a dagirker.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî;

6 û 7'ê Gulanê çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê 3 caran bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

5'ê Gulanê qada Deşta Kafya ya Garê 7 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

6 û 7'ê Gulanê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM'ê, çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê 26 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker hewl dide ku çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê bi kepçeyan hilweşîne."