Çûna derveyî welat li Ahmet Turk hate qedexekirin

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk di çarçoveya qirkirina siyasî de cezayê ‘qedexekirina çûna derveyî welat’ lê hate birîn.

Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku peywira wî hatibû desteserkirin di çarçoveya qirkirina siyasî de ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de ji bo îfadedayinê çû Dadgeha Mêrdînê.

Turk bi rêya SEGBÎS’ê îfade da dozgeriyê. Pirsên derbarê parvekirinên medyaya dîjîtal a Navenda Giştî ya HDP’ê ku di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de hatibû kirin, daxuyaniya wî ya di 20’ê Îlona 2014’an de û cihgirtina wî ya di nav heyeta ku çûbû Kobanê pirs jê hate kirin.

Turk got ku “Ez van sûcdariyan û sûcdariyên di fezlekeyê de qebûl nakim.”

Hakimtiyê bi şertê ku çûna derveyî welat li Turk were qedexekirin, ew serbest berda.