Çiyayên Munzurê kirin qada madenê!

Endamê Desteya  Rêveber a TMMOB'ê Cemalettîn Kuçuk got, Çiyayên Munzurê kirine qada mandenê û diyar kir, ''Li vê herêmê kana ava herî paqij û hêja a cîhanê heye''. Kuçuk hişyarî da û got, ''Wê vê herêmê ji mirovan vala bikin, bênasname bikin''.

Li Dersimê her roj qadeke dî ya madenê vedibe. Li bajêr 145 projeyên madenê hene, derkete holê, tevahiya Çiyayên Munzur ên bi dirêjiya 60 kîlometre weke qada madenê hatiye ragihandin.

'LI VÊ HEREMÊ AVA HERÎ PAQIJ A CÎHANÊ HEYE'

Emdamê Odeya Mîmar û Mihendisên Tirk (TMMOB) û Mihendisê Metalûrjiyan Bilind Cemal Kuçuk têkilî lêgrînên li madenan a li Dersimê got, ''Vê herêmê mîna qada madenê dibînin. Li vê herêmê kan herî hêja û paqij a cîhanê heye.''

'HERÊMA BÊ MIROV, BÊ NASNAME'

Kuçuk got tevahiya Çiyayên Munzurê yên bi dirêjahiya 60 kîlometreyî weke qada madenê hatiye ragihandin, li ser têkiliyên hêz û desthilatê yên ji bo xwedîbûna li maden û kana avê û got, ''Şerê Israîl û Filîstînê ne şerê dîn e, şerê avê ye. Li van cografyayan şer amûr e. Ev herêm wê ji mirovan were xalîkirin û bênasnamekirin. Bênasnametî her wiha bêrûmeteî ye. Armanc ew e ku mirovên herêmê bînin rewşeke wiha ku nikaribin debara xwe bikin.''

'LI SER DERSIMÊ TALOKE HEYE'

Kuçuk diyar kir Dersim di talokeyê de ye û domand, ''Ji her devera me av dipijiqe lê li vir em ji qotiyên plastîk avê vedixwin. Gelê vir ev qebûl kiriye''. Kuçuk got tenê bi festîvalan mirov nikare meseleya Dersimê fêhm bike.

'DIVÊ EM VEGERIN SER XAKA XWE Û XAKA XWE BIPARÊZIN'

Kuçuk herî dawî got, ''Divê em li ava xwe, li daristan, cografya û qadên xwe yên jiyanê xwedî derkevin, em hurmetê bidin zindiyên ku li gel me dijîn. Mirov li girtîgehên bajaran dijîn. Divê em ji van girtîgehan xwe xilas bikin. Ji bo ku em şînahiyê bibînin divê em derkevin derveyî bajêr. Ji ber vê, helbet em ê vegerin ser xaka xwe û xaka xwe biparêzin.''