Çiyayê Cûdî tê bomberdûmankirin
Ji ber topên artêşa Tirk a dagirker agir bi çiyayê Cûdî ket.
Ji ber topên artêşa Tirk a dagirker agir bi çiyayê Cûdî ket.
Duh şev û îro Tabûra Komandoyan a Gorumluyê top avêtin Çiyayê Cûdî ya li Şirnexê.
Ji ber topan agir bi qadên Deriyê Cibraîl û Sefineyê ket. Bi sedan dar bûn xwelî. Dûmana li ser qadê ji navenda Silopiyê jî tê dîtin.