Çîroka şaredariyên ku tevgera azadiyê cara pêşî qezenc kirin -II-

Hîlwan, di dîroka azadiyê ya Kurdistanê de malxweyîtî li gelek tiştên pêşî kir..Rêxistiniya serhildana pêşî li vir bû, merasîma cenaze ya girsey î li vir bû, yekîneyên çekdar ên pêşî li vir çêbûn, cara pêşî jin li vir bûne endamên meclîsa şaredariyê

Li gel şaredarbûna Edîp Solmaz a 1979'an li Êlihê, beriya 12'ê Îlonê 2 bajarên dinê ên Kurdistanê dîsa ji hêla namzetên tevgerê ve dihatin rêvebirin. Di tarîtiya 12'ê Îlonê de li Amedê Mehdî Zana 1978'an 54 ji 100'î yê dengan standibû û bûbû şaredar. Her wiha 1979'an li Agirî jî Urfan Alpaslan li bara partiyên mêtinger serfiraz bû.

Mehdî Zana bi cûntaya leşkerî ya 12'ê Îlonê hate girtin, hovîtiya zindaa Amedê jiya, piştî 16 salan girtî ma hate berdan. Urfan Alpaslan jî piştî 12'ê Îlonê çû Rojhilatê Kurdistanê, piştre çû Libnanê. 1988'an jî li gel komeke hevalên xwe li Colemêrgê li bejahiyê bi çekên kîmtewî hatin qetilkirin.

Ji bilî Êlihê tevgera azadiya Kurd a bi pêşengiya PKK'ê li navçeyeke dî ya biçûk a Kurdistanê wê bibûya xwedî tecrûbeyeke rêveberiya xwecih.  Hîlwan a ku dawiya salên 70'yî nifûsa wê 20 hezar bû, bi berxwedaniya ku Gulana 1978'an dest pê kirî û heta tarîtiya 12'ê Îlonê domandî wê navê xwe li dîroka Kurdistanê binivisanda.

Hîlwan ji alîyekî ve cihê pêşî ku çalakiyên çekdarî lê çêbûbûn, ku piştre ev ê li tevahiya Kurdistanê berbelav bibûya. Wê demê tiştên ku li vî bajarokê biçûk dibûn wê bibûya modêla pêşî. Tevger, beriya ku bi navê Partiya Karker  a Kurdistanê derkeve ser qada dîrokê bi çend mehan yekîneyên pêşî yên çekdar li Hîlwanê ava kir. Ev her wiha ji bo tevgerê azmûna pêşî ya taloke û zor bû.

NAVÇEYA KU DU ÊLAN KIRIBÛ DU ŞIQ..

Dîroka navenda Hîlwanê zêde bi paş de naçe. 1820'an ji bi navê Curnê Reş ji hêla êlên Koçer ve hate avakirin. Navê bajêr ji kevirekî rengîn ên naverast gund tê, piştî ku êlên li derdorê li vir bi cih dibin mezin dibe. 1926'an bi navê Hîlwanê dibe navçeya Rihayê û dibe cihê jê derbasbûnê ya stratejîk.  Hîlwan li ser rêya Riha û Amede ye û li rojavayê wê Semsûr heye.

Li Hîlwanê têkilîyên êlî û feodal xurt bûn. Êlên mezin ên bajêr Paydaş û Silêmanî alîgirê dewletê bûn.  Ji ber hin çepgirên di nav wan de Paydaş CHP'yî û Silêmanî jî alîgirê Partiya Adaletê (AP) a Demîrel bûn. Her wiha qedroyên MHY'yî yên 'ulkucî' di serî de li navenda Rihayê li Hîlwanê ji emniyetê bigirin heta bi perwerdehiyê di saziyên dewletê de xurt bûn.

Di hilbijartina 1977'an de yek ji kesê navdar ê êla Silêaniyan  Mehmet Veysî Bayuk ji lîsteya AP'yê bû şaredar. Endamên vê êlê ku derfetên dewlete jî dane pêşiya xwe zêde bi ser gelê herêmê de diçûn. Li dijî Reforma Erdên Çandiniyê ku dewletê dixwest bike, tevgera azadiya Kurdistanê helwesta xwe li bara gundiyên hejar danîbû. Ji ber vê jî tevgera azadiyê ne tenê di nav karker û xwendekaran de, di nav gundiyan de jî berbelav dibû û dihate hezkirin.

Vê navbeynê ji ber helwesta li dijî pergala êlan tevgera li Hîlwanê û derdora wê bi navê Apociyan wê bihata binavkirin û ev nav di demeke kurt de li hemû Kurdistanê berbelav dibe. Şêwaza berxwedanê ya tevgerê, piştî qetilkirina Halîl Çavgûn, 18'ê Gulana 1978'an, bi têkoşîna ku hatî nîşandan wê nav bidaye. Ji ber ku piştî yek ji qedorê pêşeng ên tevgerê yê li Hîlwanê Çavgûn şehîd dibe, Kemal Pîr, Mehmet Karasûngûr û Cemîl Bayik rêxistiniya berxwedanê dikin.

Hedefa pêşî ew e ku tola Çavgûn were hilanîn û bersiveke tund bidin êlên ku bi dewletê re radibin û rûdidin.  Vê navbeynê qedroya lîder a ku çûyî Hîlwanê ji bo xebata pêşî ya qadê milikê xwe dikirin, Ocalan jî, ji komê bê xeber diçe Hîlwanê. Ocalan dema ku bi otomobîleke zer ji Hîlwanê diçe Hoşînê êrîş diçe ser. Li otomobîlê tê reşandin, Ocalan bêyî ku birîndar bibe, jê difilite.

BERXWEDANA KU BI ÇEKA KU KEMAL PÎR DÎTÎ DEST PÊ KIRÎ

Hê jî bersiveke têrkar ji bo Silêmaniyan nehatiye dayin. Ocalan bi yekîneyên Hîlwanê re civînê dike. Ocalan, ji ber ku hê jî li Hîlwanê çalakiyek neheatiye kirin rexneyan dike. Ji bo berxwedanê hazirî ber bi qedandinê ve diçin. Vê navbeynê Kemal Pîr li Pirsûsê ji qeçaxçiyan çend çekan distîne. Yekîneyên çekdar zêde dibin û şer dest pê dike. Yekîneyên çekdar ên tevgerê li dijî  her deverê n ku Silêmanî diçinê çalakiyan dikin.

Silêmanî jî êrîşê dibe ser malbatên sereke yên tevgerê yên li Hîlwanê. Di serê van malbatan de jî Çavgûn, Yavûz û Agaçlar tên. M. Emîn Yavûz ku pêşengiya berxwedana Hîlwanê dikin, 1988'an li zindana Amedê di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dide, xwîşka wî Sultan Yavuz jî dibe gerîlaya pêşî ya jin û li Sasonê jiyana xwe ji dest dide. Her wiha ji fermandarê berxwedana Hîlwanê Mehmet Agaç piştî bi du salan li Sîwerekê di şer de jiyana xwe ji dest dide.

Êdî li dijî êrîşên li ser malbatên ku parçeyên tevgerê bûn, li taxan yekîneyên parastinê têne avakirin. Yekîne li serê kuçeyan nobetê digirin. Gelê Hîlwanê destpêkê ditirse, diqilqie. Hin dibêjn, ''Ma ji we ve mabû ku hûn li dijî Silêmaniyan rabin?'' û hinan digot, ''Hûn 4-5 telebe ne, ne tanga we, ne topa we heye, hûn ê çawa şer bikin?''

Bi rastî jî wêrekiyeke mezin hewce bû ji bo ku mirov li dijî Silêmaniyan li ber xwe bide, ji ber ku dewletê her cure destek dida Silêmaniyan. Tiştekî wiha weke ku mirov xwe têxe nav agirekî, xwe têxe nav kunmozê. Li Hîlwanê êdî mehên havînê ne. Li wê kelîjana havînê şer giran dibe. Kesên ku beriya niha ti hêviya wan nebû li bara berxwedanê şaş mane. Berxwedana li bejahiyê û gundan jî berbelav dibe.

Modêla ku şer bikin şerê netewî ku piştre ne tenê li Bakru wê li hemû Kurdistanê berbelav bibûya, di vê berxwedanê biryar li ser tê standin. Cara pêşî ên ku ji bajarên din ên Kurdistanê hatin wê tevlî brxwedana li herêmê bibûna.

Mînak wê demê ciwanên ku tevgera PKK'ê nû rêxistiniya wan kiribû ,ji Amed, Xarpêt, Çewlik, Dersim û Êlihê ji bo ku tevlî berxwedanê bibûna ber  bi Hîlwanê ve bi rê ketin.

Ji ber ku têkoşîna li Hîlwanê ne tenê têkoşîna li dijî nokeran bû, her wiha li dijî hêzên mêtinger jî serhildanek bû. Silêmanî ne tenê li Hîlwanê, li Rihayê jî xurt bûn û ne tenê di nav AP'ê de, li nav MHP'ê jî xurt bûn.

Cemal Çobanyıldız

SUÎQASTA LI SEROKÊ NAVÇEYA HP'YÊ

28'ê Tebaxa 1978'an, nîvrokî..Cih, navenda Rihayê. Serokê navçeya Rihayê ya Navendê ya MHP'ê Kemal Bayik li ber galeriya otoyê ku xwediyê wê bû li wan hate reşandin.  Kemal Bayik bi guleyên 2 milîtanan hate kuştin. Eynî rojê, piştî bi çend saetan, vê carê jî cih Hîlwan. Silêmaniyan li qehweyekê reşandin ku ciwanên nêzî tevgerê li wir bûn. 4 ciwan bi giranî birîndar bûn,  ji ciwanên welatparêz, xwedekarê lîseyê Cemal Çobanyildiz jiyana xwe ji dest da.

Ji bo cenazeyê Cemal Çobanyildiz tevger merasîme bi debdebe hazir dike. Di merasîmê de yek ji qedroyê pêşen ê Hîlwanê Salih Kendal axaftineke pir karîer dike. Kendal di axaftina xwe de dibêje Kurdistan mêtingeh e û behsa qonaxa têkoşîna azadiyê dike ku wê demê gihabûyê. Dema axaftinê gelek caran dirûşmên ''Xelkê me were cem me'', ''Şehîd namirin'' têne berzkriin.

Merasîma cenaze ya Çobanyildiz

Merasîma Cenaze ya Çobanyidiz bû çalakiya pêşî ya herî girseyî ya tevgera Kurdistanê. Di merasîmê de ne tenê gelê Hîlwanê, ji Rihayê, Amedê û Êlihê jî sempatîzan bi otobosan hatibûn û hazir bûn. Piştî ku cenaze hate veşartin girse ber bi navenda Hîlwanê ve meşiya. Hewayeke serhildanê hebû, girse bi posterên mezin ên Hakî Karer û Halîl Çavgûn dimeşe. Cenazeyê Halîl Çavgûn bi bêdengî bû, ne zêde qelebalix bû. Lê di nav 3 mehan de gelê Hîlwanê dîwarê tirsê şikandibû, têkiliyên êl û malbatê şikandibû û têkiliyên netewî yên Kurd geş kiribû.

BUCAK Û CEWHERÎ KETINE DEWRÊ..

Piştî wê rojê Silêmanî û hêzên dewletê yên li pişt wan wiha bi rehetî nema dikarin li Hîlwanê bigerin. Di şer de ji Silêmaniyan ên ku jiyana xwe ji dest didin 25 kes in. Ev ji bo êla alîgir a dewletê derbeke giran bû. Li ser vê parlarmenterên AP'yê M. Celal Bucak û Necmettîn Cevherî dikevin dewrê. Herdu jî diçine Hîlwanê, li deriyê Salih Kendal dixin. Armanca wan ew bû ku têkoşîna heyî bikin ''pevçûna malbat-êlê' û wiha biçûk bikin û aliyan li hev bînin.

Êdî qedroyê wê tevgerê muxatab in ku hê duh dewletê û alîgirên wê ji endamên wê re digotin, ''telebe'' û wiha ew biçûk kirin. Lê Salih Kendal wiha bersiv dide du wekîlan: ''Çeteya Silêmaniyan xulamtiya dewletê dike, di mêtinga xwîna gelê me û welatê me de bi dewleta Tirk re hevkariyê dike. Hûn dibêjin, ''em xwîniyê hev in'', tiştekî wiha tine. Ji ber wê em aştiyê nakin. Divê lêborînê ji gel bixwazin û bi dijmin re têkiliya xwe bibirin.''

Celal Bucak û Necmeddîn Cevherî li bara van gotinan şaş dimînin. Cara pêşî bû ku ewladekî Kurd li dij wan radibû. Her du wekîl pêlekê di  cihê de şaqiz dimînin û piştre dipekin û diçin. Bucak û  Cevherî li erebeya xwe ya li ber derî siwar dibin û ji Hîlwanê dertên. Tevger jî biryardar e ku bi paş ve gav neavêje, berxwedan wê bidome. Taxên ku hatine standin parastina wan didome. Piştî demekê ji Silêmaniyan, şaredar Mehmet Veysi Bayuk, diçe cem Salih Kendal, ku berdevkê xweristî yê tevgerê yê li Hîlwanê ye û dixwaze ku tevger wî efû bike. Roja dî Bayuk ji mîkrofora şaredariyê vê anonsê dike:

''Ez şaredarê Hîlwanê me. Hemû hembajariyên mein ên ji Curnê min nas dikin, dizanin bê ka ez kî me. Heta niha li rex êla Silêmaniyan bûm. Ez li dijî şoreşgeran angot Apoyiyan bûm. Min nizanîbû ku tiştên ku min dikir li dijî gel sûc û îxanet bû.  Bikin nezaniya min. Min bi zanebûn sûc nekir.  Hê nû fêhm dikim ku sûcdar im. Ez poşman im, ji niha û pê de ez ê ne li dijî gel û Apoyiyan bim. Min hemû têkiliya xwe bi Silêmaniyan re birî. Ez xwe davêjim ber dexlê dad gel û Apoyiyan, ez dixwazim ku bême efûkirin.''

Silêmanî êdî alaya teslîmbûnê hildane. Endamên eşîrê ji bo ku tevgera wan efû bike 20 çekan diyarî dide, soz didin ku êdî alîgirêl bin. Piştî îstîfaya Buyuk 6'ê Gulana 1979'an li Hîlwanê hilbijartina şaredariyê hate kirin.

Weke li Êlihê, wê demê li Hîlwanê jî tevgerê, bi vegotina wê demÊ ''rêveberê gel'' kire namzet. Nadir Temel piraniya dengan standin û bû şaredar. Ev li deşta Rihayê weke geşedaneke bi rengê şoreşê hate dîtin. Cara pêşî bû ku di hilbijartinekê de kesek, bêyî ku hêza dewletê, partiyên sîstemê, hêza êlê li pişt be dibe şaredar. Bi ser de Nadir Temel zarokê malbateke hejar bû.

Li Hîlwanê hê jî yê ku wî nas dikin dibêjin, ''mirovekî dilnimz û kedkar bû''. Temel roja ku bûyî şaredar bi pêlava ya lastîkî dixwaze biçe şaredariyê. Lê Salih Kendal tê pêşiya wî, bedlekî û cotek sor jê re dikire. Tevgera çawa ku li Hîlwanê rêveberiya xwecih bi deset ve tîne li Kurdistanê û Tirkiyê mohra xwe li gavên nû die. Ev her wiha sîsika pêşî ya wê modêlê ye ku piştre li Kurdistanê wê bihatana ceribandin.

DI DÎROKA SIYASÎ YA KURD DE SÊ JINEN KURD..

Durre Kaya

Jinên bi navê Durrê Kaya, Saatdet Yavuz û Emîne Haciyusufoglu jî bûne endamên meclîsa şaredariyê. Her wiha Durre Kaya nûnera jinan e û li gel şaredar Nadir Temel cih digirre. Ji vê modêlê re piştre wê hevşaredarî bihatana gotin. Şaredarya li Hîlwanê ya bi nûnerên gel ên jin û mêr dihate rêvebeirin tenê 11 mehan domand.

Saadet Yavuz

1980’yan dewleta  Tirk Temel û hemû endamên meclîsê ji peywirê destine û qeymeqamê Hîlwanê Taykan Ataman tîne ser şaredariyê. Hingî tirsa dewleta Tirk a li Hîlwanê mezin e, heta 1984’an şaredariyê bi qeymeqamiyê rê ve dibe. Hem ji ber ku şaredarî berevajî rêbazên klasîk ên rêveberiyên xwecih bi vîna gel tê rêvebirin û hem jî ji ber berxwedanê, cuntaya 12’ê îlonê berê xwe dide Hîlwanê.

Nadir Temel

Ji gelek kesên ku li Hîlwanê hate girtin û birin zindana Amedê yek jê jî Nadir Temel bû. Li gorî nûçeya 21'ê Gulana 1981'an a Milliyetê Temel li dadgehê wiha dibêje: ''Piştî îstîfaya şaredar lijneya hilbijartinê ya navçeyê dema hilbijartinê ragihand. Ez jî, li ser daxwaza gelê xwe bûme namzet. Min dev ji dibistana seretayî berda û piştre ji derve ez ketim azmûan û min dibistan qedand.''

Temel, dibe ku ji ber helwesta xwe ya li dadgehê û karakterê  xwe yê şoreşger li zindana Amedê ji êşkenceyên giran derbas bû. Piştî ku ji girtîgehê derdikeve bi salan li dijî nexweşiyên ku ji êşkenceyê çêbûbûn têkoşiya. Nadir Temel 2009'an li Edeneyê jiyana xwe ji dest da.

Emine Haciyusufoglu

Yek ji endama jin a meclîsa şaredariyê Durre Kaya jî 2010'an dema ku li Hîlwanê bi serê xwe dijiya çû ser dilovaniya xwe. Kaya ji ber ku 2 rojan dernekete derve cîranan guman jê bir û wiha hay jê çêbûn ku çûye ser dilovaniya xwe. Yek ji endama dî ya meclîsê Emîne Haciyousufoglu 2015'an jiyana xwe ji dest da.

1978-1980'yî Hîlwan di dîroka azadiya Kurdistanê malxweyîtî li gelek tiştên pêşî kir..Di nav têkoşîna azadiyê de dirabe cara pêşî li vî bajarî hatin girtin, rêxistiniya serhildana pêşî li vir bû, merasîma pêşî ya girseyî ya cenaze li vir bû, yekîneyên pêşî yên çekdar li vir ava bûn, cara pêşî jin li vir bûne endamên meclîsê. Rêberên berxwedanê yên mîna Kemal Pîr, Mehmet Karasungur û Selih Kendal cara pêşî li Hîlwanê derketin ser qada dîrokê.