Çîftyurek: Divê em tifaqa neteweyî ya Kurd xurt bikin

Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek têkildarî tifaqa Kurd a neteweyî got, "Li dijî êrişên tifaqa cûmhûr a faşîst ên li ser Kurd û Kurdistanê, divê em tifaqa xwe ya Kurd a neteweyî xurtir bikin."

Helwdanên ku ji bo tifaqa neteweyî ya Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê tên meşandin, hefteya derbasbûyî gihîşt asteke nû.

Partiyên Kurd ji ku hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2019'an ve di nava tifaqê de ne, 24'ê Cotmeha 2020'î bi daxuyaniyekê ragihandin ku wan tifaqa xwe mayinde kirine.

Ji pêkhateyên tifaqê Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek têkildarî qonaxa tifaqê û armancên ji niha û pê ve ji ANF'ê re axivî.

Çîftyurek anî ziman ku ji bo mayindebûna vê tifaqê wan timî kar kirin û destnîşan kir ku ji partiyan bêhtir tifaqa gel girîng e.

TIFAQA NETEWEYÎ YA KURD A MAYINDEBÛYÎ

Çîftyurek axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Piştî ku gel weke kirde hate destnîşankirin, tifaq ji taktîkî veguherî tifaqeke stratejîk. Em jî hewl didin vê bikin. Lewma di karên xwe yên tifaqê de me bi taybetî komîsyona têkiliya bi gel re ava kir û me serdana rewşenbîr, rûspiyên Kurd kir ku ji bo me weke lehengên bênav in û ne fikrê wan wergirt. Me bi vî rengî tifaqa xwe li nava gel berfireh kir. Komîsyona me ya duyemîn jî li ser şêweyê pêkhatina yekîtiyên neteweyî yên li Efrîka û Asyayê lêkolîn kir. Di çarçoveya vê lêkolînê de jî me modela xwe ya yekîtiya neteweyî bi rengê 'kongreyê' diyar kir.

Ji bo vê jî pêwîstî pê hebû ku me li Amed, Stenbol û Ewropayê komxebat li dar xistibûna. Di nava mehên Îlon û Cotmehê de me yê konferanseke mezin pêk bianiya. Di encama vê konferansê de jî me yê ragihandibûna ku tifaqa xwe mayinde kiriye. Lê belê şewba vîrûsa koronayê ev plana me asteng kir. Lewma me jî di civîna xwe ya dawî de ragihand ku divê em tifaqa xwe mayinde bikin û di dawiya dawî de jî bi beşdariya Hevserokê HDP'ê Birêz Sancar me civîneke çapemeniyê pêk anîn û daxuyaniya xwe dan."

'KURD HÊZA DEMOKRASIYÊ NE'

Çîftyurek diyar kir, piştî ku tifaqa neteweyî pêk anîn, xusûsa girîng a ji niha û pê ve hûnandina pêvajoya ji niha û pê ve ye û got, "Me bi kelecan û coşeke mezin dest pê kir, lê belê divê em bi dîsîplîn, demdirêj û bi rêgeheke mayinde bi pêş ve biçin. Di demeke gelekî nêz de jî em ê bi komîsyonên xwe re bicivin, bi nexşeyeke guncaw a li gorî biryara me ya tifaqa mayinde em ê karê xwe bidomînin. Ev tifaqa me gelekî girîng e, ji ber ku tifaqa cûmhûr bi taybetî bi polîtîkayên xwe yên qirêj ên li ser Bakurê Kurdistanê dixwaze pêşî li armanca xwe ya 'sêva sor' veke. Ji ber ku Kurdan weke astengiyekê li pêşiya vê armanca xwe dibînin timî êriş dikin. Weke tifaqa Kurdistanî divê em vê bibînin. Ya duyemîn jî, tifaqa cûmhûr Kurdan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê weke hêzeke mezin a demokrasiyê dibîne, lewma êriş dike."

'BARÊ TIFAQA ME GIRAN E'

Çîftyurek ragihand ku tifaqa cûmhûr ji ber dijminatiya xwe ya li Kurdan hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê êrişî hêzên demokrasiyê dike û got, "Îro dema ku êrişî baroyan, yekîtiya tabîban an jî odeyên pîşeyî dike jî Kurdan weke hincetê nîşan dide."

Çîftyurek diyar kir ku weke tifaqa neteweyî ya Kurdistanê barê wan giran e û got, "Tevî vê yekê jî divê mirov lihevkirina delweta Tirk a bi Rûsan re bînin bîra xwe; Tirk di berdêla Idlibê de Kobanê, Til Rifat û Minbicê dixwaze. Her wiha Îran jî li ser Rojavayê Kurdistanê planên nû dike. Weke tifaqa Kurdistanî divê em van hemûyan bibînin, li gorî wê siyasetê û kar bikin. Ji niha û pê ve divê em ne li gorî berjewendiyên partiyê, lê belê li gorî berjewendiyên gelê xwe û Kurdistanê siyasetê bikin."