Çîftçî yê HDP'yî ku çekdarên PDK'ê ew revandin agahî jê nayê girtin

Çekdarên bi ser PDK'ê ve li Hewlêrê endamê HDP'ê Mûsa Çîftçî revandin, ev 9 roj in agahî ji Çîftçî nayê standin.

Endamê HDP'ê Mûsa Çîftçî ku ji ber terora dewleta Tirk çûyî Başûr û li Silêmanî dijiya, beriya bi 9 rojan ji bo ku malbata xwe bistîne çû Hewlêrê.

Çiftî dema ku diçû Hewlêrê ji hêla çekdarên bi ser PDK'ê ve hate tevandin. 

Li gorî nûçeya Rojnewsê hevjîna Çîftçî Husna Çîftçî diyar kiriye ev 9 roj in agahî ji hevserê xwe nestandiye.

Husna bi berdewamî diyar kir ew 'penaberên siyasî' ne, hvserê wî ev 6 sal in li Başûr dijî, beriya bi 9 rojan hevserê wê hatiye revandin û ti agahî hê nayê standin û mitale dikin bê ka sax e yan na. Çîftçî xwest ku hevserê wê demildest were berdan.

Nûnerên HDP'ê yên Silêmanî destnîşan kirin Çîftçî bi destûra Nûnertiya NY'yê ya Başûrê Kurdistanê weke 'penaberê siyasî' hatiye qebûlkirin.