Çewlik: Dewleta Tirk ne ji teknîkê be nikare gavekê jî biavêje

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çelik êrişên dewleta Tirk ên li ser Heftanînê nirxand û got, "Dewleta Tirk bêyî teknîkê nikare gavekê jî biavêje."

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çelik dagirkeriya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ya li Başûrê Kurdistanê û berxwedana gerîla nirxand. Çewlik bal kişand ser metirsiya dagirkeriyê ya li ser herêmê û diyar kir ku êrişên qirkirinê yên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li dijî gelê kurd dewam dikin. 

Zozan Çewlik bi bîr xist ku çawişê pispor ên artêşa Tirk vê dema dawiyê bi destavêtinê di rojevê de ne û got, "Li Tirkiyeyê ku ji xwe komareke destavêtinê ye, ev rewş demeke dirêj heye, lê belê tê nixumandin. Êdî welê zêde bûye ku nema dikarî bê veşartin. Destavêtina li Êlih, Silopiya û herî dawî ya li Şirnexê bû sedem ku hêrsa gel rabe ser piyan. Helwesta ku li Şirnexê hate nîşandan, helwesta xweparastinê û xwedîderketina li rûmeta xwe ye. Em gel û ciwanên xwe yên Botanê ji ber vê helwesta wan silav dikin. Divê ev yek bê zanîn, ku yên dest diavêjin xak û welatê me û eger helwest li dijî wan neyê nîşandan, wê dest biavêjin zarok û jinên me.

Êrişên beriya niha li dijî gorên gerîlayên me yên şehîd hatin kirin, encameke vê zîhniyeta destavêtinê ye. Her wiha li dijî jinên ku derdikevin derveyî çarçoveya jinbûna sîstemê, êrişên mezin tên kirin. Vê sîstema ku bi kûçikan êrişî Rojbîn Çetîn kir, rûyê xwe yê namerd careke din nîşan da. Êrişên dagirkeriyê yên TC'ê ne tenê li ser xaka Kurdistanê ne, di heman demê de ev zîhniyeta destavêtinê û dagirker êrişî jinan, gelan, berxwedêran û ciwanan hemûyan dike. Divê bersiv ji vî qureyê Kasimpaşayê re bê dayin û bê rawestandin. TC dixwaze Kurdistanê, Lîbyayê, Idlibê, Sûriyeyê dagir bike."

HESABÊ LI ENQEREYÊ LI HEFTANÎNÊ BI CIH NEHAT

Çewlik destnîşan kir ku astangiya herî mezin a li pêşiya hikumeta AKP-MHP'ê, gerîlayên YJA Starê û HPG'ê ne û bi dewamî got, "Herî dawî bi navê 'Pençe Kaplan' dest bi êrişa dagirkeriyê kirin. Li vê xakê ku beriya niha gelek caran bi navê 'supurge, çelik' gelek operasyon hatin kirin, operasyona bi navê 'pençe kaplan' meheke dewam dike. Ji ber ku hesabê li Enqereyê kirin li Heftanînê bi cih nehat, generalên wan bêdeng bûn û her roj derewekê dikin.

Operasyona li Heftanînê her çend weke operasyonek li dijî PKK'ê tê nîşandan jî êrişeke dagirkeriyê ye li dijî tevahiya Başûrê Kurdistanê. Gelê me û partiyên Başûrê Kurdistanê di vê mijarê de divê rastiyê bibînin, nekevin xefika dijmin û xwedî li welatê xwe, li xaka xwe derkevin. Ev welat, ev xak bêxwedî nîne. PDK di vê demê de bi rengekî vekirî nebe jî bi agahiyên îstîxbaratê piştgiriyê dide dewleta TC'ê û di vê dagirkeriyê re hevkariyê bi dewleta TC'ê re dike.

Ji ber ku gelê me yê li Rojava û Başûr baş bi lîstikên TC'ê zanin, bi hişmendiya welatparêziyê li ber vê êrişê radibin. Bi taybetî li gelek deverên Şêladize, Silêmaniye û Behdînanê, şerê ku tê îdîakirin 'li dijî gerîlayên PKK'ê tê kirin' di nava gelê me de bûye cihê fikaran. Em vê nerazîbûna gelê xwe yê li Şêladize, Silêmaniye û Behdînanê gelekî bi wate û hêja dibînin."

'GERÎLA WÊ LI QADEKÊ BI TENÊ NEBE'

Çewlik destnîşan kir, ku mirov û civakeke xwe, xaka xwe û azadiya xwe neparêze wê timî bê dagirkirin û got, "Dagirkerî ji aliyê kê ve bê kirin wê têkoşîn li dijî vê yekê bê meşandin. Li dijî dagirkeriya dijmin a li Heftanînê hêzên me yên YJA Star û HPG'ê bi rengekî bêhempa li ber xwe didin. Ji texmînan bêhtir teknîk tê bikaranîn. Di vî şerî de TC ji bo karibe hêzên xwe deyne Xantûrê di nava şevekê de pêncî carî bombe li vî girî barand û tevî bi dehan balafirên keşfê û bikaranîna bousan karîbû leşkerên xwe deyne. Leşkerên Tirk li pêşberî gerîlayên ciwan welê ditirsin ku ne ji teknîkê be nikarin gavekê jî biavêjin.

Di Cenga Heftanînê de li her girî destana lehengiyê hatiye nivîsandin, lê belê bi taybetî berxwedana li Şeşdara û Xantûrê bêhempa bû. Berxwedana lİ Şeşdarayê ku bi pêşengiya heval Esmer hate nîşandan efsanewî bû. Her wiha li Xantûrê ji roja ku operasyona dagirkeriyê dest pê kir û pê ve hevalê Rustem ku tevlî gelek çalakiyan bû, li dijî hêzên dijmin şer kir û ji bo nekeve destê dijmin xwe ji zinar avêt. Artêşa TC li peşberî vî ruhî ji zûdeyî têk çûye. Ruhê Apoyî îradeyekî xurt û têk naçe afirandiye. Ev ruhê berxwedêr ku teslîmbûnê ti carî qebûl nake di nava kevneşopiya PKK'ê de heye."

Çewlik destnîşan kir ku gerîlatiya sedsala 21'ê gerîlatiya Kûantûmîk e û got, "Gerîlayên Kûantûmî li her derê ne, lê ne li ti derê ne. Nediyar e ku li ku, kengî û çawa tevbigere, çi bike. Di gerîlatiya Kûantûmîk de bi qasî hest, wêrekî û lehengiya mezin, her wiha gerîlatiya ku xwe dispêre aqil û teknîkê jî esas e. Gerîla wê êdî tenê li qadekê nemîne, wê tenê hin demsalan gerîlatiyê neke. Piştî sendroma Nisêbînê wê artêşa Tirk bikeve sendroma Heftanînê. Rojên bê em ê vê yekê bibînin."

'GERÎLAYÊN JIN WÊ FAŞÎZMÊ HILWEŞÎNIN'

Zozan Çewlik diyar kir ku di berxwedana Cenga Heftanînê de gerîlayên HPG û YJA Starê mohra xwe li dîrokê xistine û destnîşan kir ku gerîla bi baweriyeke mezin berê xwe dane serketinê. Çewlik anî ziman ku di vê salê de gerîla cudahiya xwe nîşan dane û got, "Gerîla hîn serweriya xwe ya li ser teknîk û taktîkê bi her awayî nîşan nedane. Ya rast pratîka me ya sala 2020'an wê bibe rexnedayina me ya li pêşberî rastiya Rêbertî û şehîdan.

Hêzên me yên YJA Starê di pratîka xwe ya îsal de bi çalakiyên xwe yên xweser cudahiyeke girîng afirandine. Ji Heftanînê heta Dersimê, ji Serhedê heta Avaşînê bi çalakiyên xweser derbên giran li dijmin xistine. Ev ruhê ku gerîlayên YJA Starê nîşan dane, ruhekî welê afirandiye ku hevala Zeryan ku hîn şervaneke ji du salan bû di berxwedana Cenga Heftanînê de du rojan bi çalakiyên sûîqestê nehişt leşkerên dijmin bi pêş ve biçe û heta dawiyê bi lehengî şer kir û şehîd bû. Gerîlayên jin bêguman vê yekê têrker nabînin. Di şexsê hevalên Esmer, Amara, Nûcan, Ararat, Evîn û Zeryan de berxwedana hatiye nîşandan encamên bêhemap afirandiye. Li dijî êrişên faşîzmê yên li hemberî jinê, em hêzên parastina Kurdistanê jî ne tenê xwe ji parastina gelan her wiha xwe ji parastina jinan hemûyan berpirsyar dibînin û tevnên xwe yên rêxistiniya xweparastinê xurtir dikin. Gerîlayên jin wê faşîzmê hilweşînin. Roj ew roj e ku bi hev re xwedî li nirxên xwe derkevin. Roj roja hilweşandina faşîzmê ye, roja tengavkirina dinyayê li dijmin e. Roj roja serketinê ye."