Çeteyên artêşa Tirk welatiyekî Kurd ê Gundê Nemanê darve kir

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker vê sibê êrîşî Gundê Nemanê kir û welatiyê bi navê Mahmûd Ehmed Îsmaîl ê ku xwe diparast û mala xwe neda çeteyan, ji aliyê çeteyan ve hat darvekirin.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker vê sibê êrîşî gundekî Kurdan ê bi navê Gundê Nemanê kir yê ku 14 kîlometreyan dikeve bakurê bajarokê Babê. Çeteyan bi êrîşê re mal û milkên sivîlan desteser kirin. Welatiyê bi navê Mahmûd Ehmed Îsmaîl ê ku mala xwe neda çeteyan, ji aliyê çeteyan ve hat darvekirin.

Siyaseta dagirkirinê ya artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Şehbayê ji Tebaxa sala 2016'an ve destpê kir. Piştî îtifaqa di navbera hikûmeta AKP'ê û dezgehên navdewletî de êrîşên li dijî herêmên Şehba û Kantona Efrînê zêde bûn. Piştî valakirina bajarokê Helebê a ji çeteyan, êrîşên li ser herêma Şehbayê zêdetir bûn.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ku bi navê Serkirdeya Sûltan Mûrat ê Tirkmenan tên naskirin, ji bo desteserkirina mal û milkên sivîlan êrîşî Gundê Nemanê kirin yê 14 kîlometreyan dûrî bajarokê Babê ye. Çete sivîlan ji malan derdixin û hewl didin erdnîgariya herêmê biguherînin.

Çeteyan vê sibê li Gundê Nemanê, êrîşî mala Mahmûd Ehmed Îsmaîl kirin. Li ser vê êrîşkirinê Mahmûd Ehmed Îsmaîl hewl da xwe û malbata xwe biparêze. Çeteyan li pêş çavên malbata wî û gundiyan, êşkence li wî kirin. Piştre jî ew birin li qada dibistana gund û li wê derê ew daliqandin. Çeteyan nehiştin ku ji malbata wî û gundiyan, kes nêzikî wî bibe.

Gundê Nemanê yê ku di meha Hezîrana bihurî de, dema çeteyên DAIŞ'ê dest danîbûn ser gund û piştre gund teslîmî çeteyên Tirkiyeyê kirin.

Tê zanîn ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker dixwazin bi operasyonên xwe erdnîgariya herêma Şehbayê biguherînin û Kurdan qir bikin. Her wiha her roj ji ber kiryarên çeteyan sedan kes koçber dibin.