Çeteyên AKP'ê yên li Serêkaniyê bi çekan pêşwazî li Atîlla kirin

Mehmet Atîlla kekê Şaredarê Serêkaniyê Menderes Atîlla, piştî ku ji nexweşxaneyê derket ji aliyê komeke çekdar ve hate pêşwazîkirin.

Careke din eşkere bû ku AKP'ê û çeteyên Nûsra li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hêzeke milîs ava kirine.

Kekê Şaredarê Serêkaniyê Menderes Atîlla û Şaredarê berê yê Serêkaniyê Mehmet Saît Atîlla doh ji nexweşxaneyê derket. Atîlla li navçeya Serêkaniyê ji aliyê hêzeke çekdar ve ku kleş di destê wan de bû, bi konvoyekê hate pêşwazîkirin.

500 kesên ku ji aliyê AKP û Nûsra ve weke hêza milîs hatiye avakirin, gule berdan hewayê, heta demekê rê li trafîkê girtin û Atîlla pêşwazî kirin.

Heman komên çekdar li Pirsûsê di dema hilbijartinê de HDP'yî kuştibûn.

Gelek wêneyên Şaredarê Serêkaniyê Menderes Atîlla yê bi çeteyên DAÎŞ'ê re di çapemeniyê de hatibûn weşandin.

Navê Mehmet Atîlla jî di sûîqesta 6'ê Gulana 1996'an a li Şamê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek bûyerên tarî yên salên 90'î de derbas bûbû.