Çeteya Osmanî ya nû ya AKP'ê û PDK'ê

Derkete holê ku di bin gotina Erdogan de ya ku digot, ''Kurd cihê ne, YPG cihê'' an jî ''Paşmêrê Kurdan jî em in'' rêxistiniya çeteyeke nû derket.

Dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP-MHP'ê ku ji bo Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurd bikin bin nîrê xwe û tasfiye bike bi DAÎŞ û Nusra û rêxistinên mîna van çete re hevkarî kirî, koalîsyona çeteyan çêkirî, piştre jî rasterast bi êrîşê serî li dagirkeriyê dayî, li gel vê jî dema ku nekarî bi pêş ve biçe li ser planeke dî ya alternatîf dixebite. Li gorî vê li gelek bermayên çeteyan, hevkarên 'bi eslê xwe Kurd' ên li Rojava ku PDK wan destnîşan dike, hin kesên ku îxanet li PKK'ê kirin û xwe li PDK'ê girtin jî têne razîkirin û bi navê ''Eniya Yekîtiiya Netewî/Herêmî ya Sûriyê'' Alayên Tayyîbiyeyeke nû diceribînin.

Li gorî agahiyên ku  bi dest ketine, pêşhaziriyên eniyê ya bi fînansmana Katarê dawiya 2016'an dest pê kirin û destpêka 2018'an temam bû. Bernameya eniyê, rêziknameya wê, şemaya organîzasyona navxwe û fermandarên wê yên leşkerî zelal bûn.

TÛRÊ NOKERAN

Armanc û peywira sereke ya eniyê; êrîşa li ser Rêveberiya Xweser û êrîşa li ser QSD'ê û gelên rêxistinî yên Bakurê Sûriyê. Di nav vê eniyê de ji pêkhateyên ENKS'ê ku li Tirkiyê û Hewlêrê têne 'ezimandin' Partiya Azadî, Rêveberên Yekîtiyê (Ibrahîm Biro, Fuad Elîko, Siyamend Haco, Evdilhekîm Beşar û zilamnê wan) û kesê bi navê Rustem ê li Rojava dimîne, Ebidezîz  Temo, Ebidzeraq Temo û 500 kesên ku şandine Tirkiyeyê, malbata  Hîlo ya ku li başûrê Serêkeniyê dijî, ji şêxên êla Idwana û şexsê li Rojava.

BERPIRSÊ GIŞTÎ JI MÎTÊ YE

500 kesên ku navê wan ji hêla Rustem, Ebidezîz  Temo, Ebidzeraq Temo ve hatî hazirkirin û şandin Tirkiyê, li kampên girtî, ji hêla pispor û efserên Tirk ve hatine perwerdekirin. Li gorî nivîsên ku di navbeyna kesên di rêveberiya Eniyê de hatiye nivîsîn, tê fêhmkirin berpirsê giştî yê eniyê şûngirê Necdet Ozel (Serekerkanê Tirk ê berê), endamê MÎT'ê Orhan Sunay e. Sunay jî 63 kesên 'efser' ji bo operasyonê hazir kir.
Di nav eniyê de 4 efser jî hene ku ji artêşa Sûriyê veqetiyane û bi navê 'OSO' di nav çeteyan de cih girtine. Ev bi asta rêveber in:

*Fermandarê Eniyê Emîd Ridwan Elelî; Ji Xumsê ye, ji Êla Elneîm e, Erebê Sinî ye.

*Berpirsê Îstîxbarî Emîd Nesîr Mistefa, Ji Xamayê ye.

*Fermandarê hêza bejahiyê Emîd Eşref Elî Elebîdellah; ji Idlibê ye.

*Bepirsê karê îdarî Emîd Heysem Cemîl Elîfêsî; ji Xamê ye.

RÊVEBERÊN ENIYÊ

Rêveberên eniyê ji ji efserên çeteyan, qedroya 'Birayên Misilman' pêk tê ku ev ji artêşa Sûriyê veqetiyabûn û qedemeya rêveberiyê jî hem produksiyona AKP-MHP-PDK'ê ye:

* Osman Ocalan

* Nîzamettîn  Taş

* Mahmût Muhammed Şakir

* Kerîm

* Fewaz Mahmud Silêman

* Hisên Xelîl Derwêş

* Egid Munir Hitahit (Ebu Basim)

* Nesir Mustefa

* Etellah Hac Neca (Ji Êla Idwana )

* Beşar (Ji Qamilo ye, têcirê zêran e) 

* Ebu Kabî (Komeleya Dêra Elmiliya)

PLANSAZIYA ÊRÎŞÊ

Piştî gefên 'operasyona li rojhilatê Firatê'' ya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erogan û ji bo helwesta raya giştî ya navnetewî û Kurdan sivik bike gotinên ''paşmêrê Kurdan em in, Kurd û  YPG cuda ne'' tê fêhmkirin ku ev plansaziya êrîşê ya ''Alayên Tayyîbiye'' ne. Li gorî vê plansaziya êrîşê ji du eniyan ve hatiye kirin:

*Eniya Minbicê; Biryar hate standin ku Zahir Elsakit û Ebîdcebar Elîgêdî fermandariya vir bike.

*Eniya Kobanê û Girê ESpî: Wê emanetî fermandariya Mahmûd (Wezîrê Berevaiyê yê OSO) û Emîd Ebîdbasit Elmuhemed were kirin.

KÎ YE EV ELÎGÊDÎ?

Abidcebar Elîgêdî yê ku navê wî li vir bihurî, 2013'an endamê Konseya Leşkerî ya dema Selîm Idrîs berpirsê Helebêbû. Bi fermandariya çeteya Lîwa Tewhîd a ku bi dijminatiya Kurdan tê zanîn anîbûn ser bepirsyariya Helebê. Yek ji wan 60 fermandarên 'OSO' yê ku tevlî civîna Gulana 2013'an a li Dîlokê bûyî û plansaziya wê MÎT'ê kiribû û plana komkujiya Kurda lê hatî kirin, Abidcebar Elîgêdî bû. Di civînê de biryara qirkirina Kurdan bi vîdeoyekê hatibû ragihandin. Elîgêdî piştî vê biryarê, Tîrmeha 2013'an mohra xwe li komkujiya Tel Eran û Tel Hasil dabû.

DI TV'YÊN PDK'Ê DE PROPAGANDA

Osman Ocalan û Nîzamettîn Taş ku li Alayên Tayyiyê hatine nivîsîn, li gel haziriyên dagirkeriye û êrîşê bi argûmanên ku Tevgera Azadiyê reş dikin û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk meşrû dikin di televizyonên PDK'ê de tim xwe nîşan didin.

'KOMARA TIRKIYÊ YA XURT'

Danezana ku 13'ê Hezîrana 2018'an li ser navê Eniya Yekîtiya Netewî ya Sûriyê hatî weşandin, jixwe nasnameya vê rêxistinê têra xwe nîşan dide, di danezanê de tê gotin, ''Êdî dema wê hatiye ku em Kurdan ji zilma terorîstên PYD'ê û YPG'ê rizgar bikin, êdî wê nema karibin gefê li sînorên dostên me Komara Tirkiyê bixwin'', heqerat li şervaên QSD'ê û YPG-YPJ'ê yên ku şerê DAÎŞ'ê de şehîd bûne tê kirin û wiha tê gotin: ''Li gel ku wê nikaribin li dijî hêza Komara Tirkiyê ya xurt şer bikin jî, rêveberên PYD'ê û YPG'ê ya terorîst beleheq berê wan didin mirinê û hewl dide sifetê 'şehîd' didin wan. Lê ev pêkhateya ku piştî operasyonê wê were ser kar, wê siyaseteke bê tundiyê û mafê hemû gelan bide ber xwe.''