Çekdarên PDK'ê li 2 Kurdistaniyên Şeladizî reşand

Çekdarên PDK'ê 19'ê Adarê li 2 Kurdistaniyên Şeladizî reşand.


Li Başûrê Kurdistanê Şeladzê du Kurdistanî dema ku ji bo Newrozê xwestin biçin gundê xwe, êvara 19'ê Adarê çekdarên PDK'ê li wan reşand.

Li herêma Geliyê Balinda çekdarên PDK'ê bêyî ku ciwanan hişyar bikin li wan reşand, Ferhat Nezîr ji zik û piyê xwe birîndar bû. Diyar bû rewşa Ferhat Nezîr giran e.

Her wiha hate diyarkirin kesê bi navê Ehmed Hisên ji hêla çekdarên PDK'ê ve hatiye revandin û nayê zanîn bê ka çi pê pê kirine.