Çawişê pispor ê li Sêrtê birîndar bû mir
Çawişekî pispor ê Tirk ku li Sêrtê di çalakiyeke gerîla de birîndar bû, mir.
Çawişekî pispor ê Tirk ku li Sêrtê di çalakiyeke gerîla de birîndar bû, mir.
Çalakî li navçeya Dihê ya Sêrtê pêr hatibû kirin û tê gotin ku gelek leşker û cerdevan hatin kuştin.
Rayedarên Tirk gotibûn ku 6 cerdevan mirine û 7 leşker û cerdevan birîndar bûne.
HPG'ê hê li ser mijarê daxuyanî nedaye.
Çavkaniyên herêmî dibêjin, hejmara leşkerên Tirk ên hatin kuştin gelek in.
Li gorî medya Tirk, çawişekî pispor ê di vê çalakiyê de birîndar bû duh bi şev mir.