Çavdêrên siyasî: Neyekbûna Kurdan kir ku walîtiya Kerkûk ji destan biçe

Çavdêrên siyasî anîn ziman ku ne bi hiqûqî Rêkan Seîd walîtiya Kerkûkê dike. Çavdêran dîsa diyar kir ku heta niha sedemekî mezine ku Kurd nikarin ji bo hilbijartina waliyê Kerkûkê li hev bikin.

Encumena bajarê Kerkûkê ku piranî Kurdin piştî bûyerên 16’ê Cotmehê û şûnde heta niha li hev komnebûne ku ji bo hilbijartina waliyê nû yan jî pêşîgirtina biryarên Rêkan Seîd, li ser negerana hinek endamên PDK’ê ya bajarê Kerkûkê ye.

Çavdêrên siyasî li ser vê mijarê ji ANF’ê re axivîn.

Çavdêrê siyasî Letîf Feteh Ferac bal kişand ser bûyerên 16’ê Cotmehê ya dagirkirina artêşa Iraqê li gel Heşdî Şebî ya Kerkûkê û got: “Piştî 16’ê Cotmehê û vir ve bi awayekî ne hiqûqî walîtiya Kerkûkê tê birêve birin. Yek ji sedemê wê ye sereke ew e ku Kurd piştî wan bûyeran heta niha li hev komnebûne ku guftûgo li ser posta walîtiyê bike.”

‘WALÎTIYA KERKÛKÊ NE YASAYÎ YE’

Ferac destnîşan kir ku aliyên siyasî ji berjewendiyên netewî zêdetir xizmeta berjewendiyên hîzb û partiyan dike û wiha pêde çû: “Baweriya min bi aliyên Kurdî nîne ji ber ku berjewendiyên hîzbî zêdetir ji berjewendiyên netewî li ber çav tên girtin. Encûmana parêzgeha Kerkûkê ji 26 kesan pêk tê, dikare bi awayekî hêsanî birayarên xirab ên bicihkirina Ereban, şêwazdayîna siyasî û civakî dîsa biryarên aliyekê li ser aliyekî din sepandin ên Rêkan Seîd ên civakî vala derbixe ku xizmetê ji bo yek alî dike.”

ALIYÊN KURD LI HEV KOM NABIN

Endamê Encûmena bajarê Kerkûkê Ehmed Eskerî nerzîbûn nîşanî endamên meclîsê da ku li hev kom nabin û got: “Ji ber li hev komnebûna endamên Kurd ên encûmena bajar kiriye ku waliyek û encûmenekî nû ji bo bajar neyê hilbijartin. Her wiha li ser li hev komnebûnê endamên encmûmê rê li pêşiya biryarên Rêkan Seîd jî nayê girtin.”

‘BIRYARÊN DERDIXIN LI DIJÎ KURDAN IN’

Çavdêrê Siyasî Mihemed Golderî jî bal kişand ser biryarên Rêkan Seîd û got: “Rêkan Seîd sonda hiqûqî dixwe û dibe parlemeter, mafê walîtiyê bi wekalet jê tê girtin û biryarên ku dayîn bi ti awayî ne di berjewendiyên pêkve jiyana pêkhateyên herêmê bû. Ew biryarên ku piştî 16’ê Cotmehê derxistî li dijî neteweya sereke ango Kurdane.

Yek ji sedemê sereke yên biryarên Rêkan Seîd ên li dijî Kurdan çavkaniya xwe ji helwestên lewaz ên hinek aliyên Kurd bi taybet Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) ku nagerin Kerkûkê ye ku li dijî wan biryarên li dijî Kurdan tên derxistin derbikevin. Divê endamên lîsta birayetî yên ser bi partiya PDK’ê vegerin ku bi erka xwe rabin û pêşî li van biryarên li dijî Kurdan tên stand bigirin. Berpiryariyeke mezin dikeve ser milên endamên encûmenê yên ku venagerin û tenê ketine xizmeta berjewendiyên hîzbî û partiyan.”