'Çareserî li Îmraliyê ye divê deriyê Îmraliyê vebe'

Hevserokên HDP'ê yên Amedê Ceylan û Alokmen gotin, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi tecrîdkirina Ocalan re şer li gelan ferz dike û destnîşan kirin, ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê deriyê Îmraliyê bê vekirin.

Ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nayên çêkirin. Hevserokên HDP'a Amedê Zeyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin.

‘DIVÊ TERCÎD RABE Û TIRKIYE AZAD BIBE’

Hevserokê HDP'a Amedê Zeyat Ceylan anî ziman ku dema li Girava Îmraliyê hevdîtin pêk dihatin li Tirkiyeyê rêyên demokratîk vebûbûn û wiha axivî: “Tecrîda li Îmraliyê tê meşandin bi pirsgirêka Kurd û neçareserkirinê ve girêdaye. Nêzîkatiya deshilatdariyê û dewletê ya li hemberî gelê Kurd bi xwe re tecrîdê tîne holê. Gava hevdîtin bi Birêz Ocalan re çêdibe û dengê Birêz Ocalan digihêje civakê, raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê bêhnê distîn e. Birêz Ocalan 20 sal e li Îmraliyê tê girtin û her gavê jî behsa aştiyê, riyên çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dike. Gava Birêz Ocalan di axive bandorek mezin li ser civakê dike, vê yekê me hemûyan di dema pêvajoya aştiyê de dît. Lê mixabin li gel hemû hewldanên Birêz Ocalan, hikûmet û dewlet xwe ji pêvajoya aştiyê dur dixe û naxwazin ev pirsgirêk bê çareserkirin. Bi vê yekê hikûmet dixwaze kaosa ku dijî, fatûreya wê li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bibire. Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî Îmraliyê ne qebûlkirina Kurdane.”

‘BI TECRÎDÊ LI SER GELAN ŞER TÊ FERZ KIRIN’

Ceylan da zanîn ku tifaqa AKP-MHP’ê bi tecrîdê li ser gelan şer ferz dike û wiha pê de çû: “Tecrîd wateya şer e. Tifaqa faşît li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê şer ferz dike. Ji derveyî şer tiştekî tifaqa faşîst ya AKP-MHP’ê bide gel tineye. Tenê di destê wan de şer û înkarkirina Kurdan heye. Bi awayek vekirî dibêjim tecrîda li ser Birêz Ocalan tecrîda li ser civakê ye. Ji bo vê yekê krîza aborî û siyasî her ku diçe kûr dibe. Ji bo Tirkiye bigihêje aramî, aştî û demokrasiyê divê teqez tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe. Bi têkoşîna gel û siyasetmedar dem dem jî dewlet gavan paş de di avêje û bi Birêz Ocalan re hevdîtin çêdibe. Lê belê ev hevdîtin nayê wateya ku tecrîd ji holê rabûye. Tecrîd 20 sal e bi sîstematîk didome. Di lênûska dewletê de tu çareserî tuneye û ji bo vê yekê jî weke herdemê tecrîdê kûr dike. Tişa ku di berjewendiyê civakê de ye em bi hevre û bi yek dengê ji bo aştiyê û demokrasiyê biqîrîn.”

‘KLÎDA ÇARESERIYÊ OCALAN E’

Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanik jî destnîşan kir ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe wê tecrîd û pirsgirêkên girêdayî wê bidomin û got: “Pirsgirêka Kurd, klîda pirsgirêkên Rojhilata Navîn e û klîda çareseriyê jî Birêz Ocalan e. Bi berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê, gel û dayikên laçik spî hevdîtin pêk hatin. Di hevdîtinan de Birêz Ocalan tiştên girîng gotin û bandorek mezin jî li ser raya giştî kir. Bi hevdîtinên li gel Birêz Ocalan re rêyên hatine xitiman din hatin vekirin. Lê belê piştî hilbijartina 31’ê Adara 2019’an de sîstemê dît hildiweşe, li kevneşopiya xwe ya înkarkirinê û şer vegeriya. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve hevdîtin bi Birêz Ocalan re nayên çêkirin. Gava tecrîd kûr dibe sereke bandora xwe li siyaset û civakê dike. 20 sal e Birêz Ocalan dibin tecrîdê de tê girtin. Tecrîda li Îmraliyê di nava 20 salan de sînor derbaz kirin û tecrîd li ser civakê tê meşandin.”

‘TECRÎD NAVDEWLETÎ YE’

Uyanik bilêv kir ku li Rojhilata Navîn, pirsgirêka herî mezin pirsgirêka Kurd e û wiha got: “Pirsgirêka Kurd bi Birêz Ocalan ve girêdaye. Heger pirsgirêka Kurd çareser nebe,  li Rojhilata Navîn wê tu kes nikaribe bi rihetî bêhnê bistîne. Gava hevdîtin bi Birêz Ocalan re çêdibe civaka Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bêhnê distîne. Rehetî û aramî dikeve nava civakê. Ev yek bi tecrûbeyan heta roja îro jî hatiye. Tirkiye bi tena serê xwe nikare tecrîdê kûr bike û destê navdewletî jî di tecrîdê de heye. Çawan ku bi kompoloyekê Birêz Ocalan anîn Tirkiyeyê û niha bi destê navdewletî terîd tê meşandin. Ji bo vê yekê tecrîd navdewletî ye. Gelên Kurdisanê ji bo statuyê ji duh bêhir nêzin û ji bo pêşiya statuya Kurdan bigrin jî tecrîdê kûr dikin.”