Çar lehengên Pîrbûla!

Ji bo bîranîna çar lehengan Mazlûm Rojhilat, Warşîn Avaşîn, Ferman Memyan û Sorxwîn Amed, ku li Heftanînê şehîd bûne..

Fermandar Mazlûm Rojhilat bi serê xwe artêşek bû. Behskirina hevrêyên wî û fedaîtiyafermandariyên wî bi serê xwe behskirina dastanekê ye.

Çi bibêjim wê kêm bimîne. Ew, bi gotina herî kurt fermandar û milîtanê serdemê bû. Gerîlayekî modern bû. Şoreşgerê kêliyê bû. Bi xasetên xwe fedekar, jidil bû. Şoreşger û milîtanekî bêkêmasî bû. Li cihê ku ew lê bû bawerî, moral, coşî, wêrekî, serfirazî, fedekarî û rihê PKK'ê hebû. Ew fermandarê pêşeng ê Cenga Heftanînê bû.

Ew navê ked û fedekariyê bû. Li her bihosta xaka Heftanînê xwîn û xwêdana heval Mazlûm heye. Ji Bektorya heta bi Xantûrê ji wir heta bi Geliyê Pîsaxa, Şeşdara û Şehîd Bêrîvan...Wî ked û xwêdan da li her bihosta vê xakê. Ji ber vê navê vî lehengê mezin wê bi tîpên zêrîn li hindefên Heftanînê were nivîsîn.

Gotina hevrê Mazlûm, ''Ev der Cenga Heftanînê ye''. Û bi hemû hêz, fedkariya xwe di şerê rûmetê de bêdudilî cihê xwe zevt kir.

Ew jî bi fermandar Zelal re weke cêwîkên rihî bûn. Heval Mazlûm, bi hevrêyê xwe Ferman re 9'ê Tebaxê tevî nav artêşa nemiran bûn.

Oxir be fermandarê serfiraziyê, hevrêyê jina azad, şopdarê fermandar Egîd. Wê ji bo te gelek stran werin standin, gelek helbest werin nivîsîn, li ser navê wê dastan were nivîsîn û te di dilê bi milyonan de cihê xwe girt.

ARŞÎN AVAŞÎN; DILÊ XWE DABÛ DOZÊ

Warşîn Avaşîn ku rûyê wê weke Avaşînê xweşik, bi kenê bedew bû û bi çirûskên xwe derdor ronî dikir. Keçeke bi coşiya azadî û roniyê bû. Hezkirina wê ya li çiyan weke pola bû. Şên bû û tim li pey azadiyê bû.  Dilê xwe yê fedarka dabû vê dozê.

Te ew ken û rûyê xwe yê xweşik bi lehengiyê xak hembêz kir. Oxir be hevrêya Zeryan û Mazlûman. Dizanim her yek ji we bû stêrik, hûn li ezmanê herî biriqî yê welatê me bi cih bûn. Em ê jî bi ronkahiya wan stêrikên biriqî û xweşik meşa xwe ya azadiyê bidomînin.

FERMAN MEMYAN: ŞERVANEKÎ FEDAYÎ Û FEDEKAR BÛ

Ferman Memyan bi kesayata xwe bi debdebe bû, bi gerîlatiya xwe ya pispor û modern, hevrêtiya xwe deryaya aramiyê bû. Her kes pê re bû. Heval Ferman hewagerekî pispor bû. Ew fedaiyê rastiyê bû. Şervanekî fedaî û fedekar bû. Fermandarekî pêşeng bû. Bi her aliyê xwe hevrêyekî milîtan ê serkeftî bû.

Şehîdbûna hevrê Ferman ji bo me berdêleke mezin bû. Pir zehmet e ku cihê vî hevrêyî were dagirkirin. Lê em ê bîranîna wan bi bersiveke mezin bidin jiyîn. Çendî zor û zehmet jî be, oxir be heval, bila cihê de bihişta dilê min be. Ey hevrêyê min ê bedew, tu jî bûyî stêrika welatê min.

SORXWÎN AMED: DILÊ XWE DA AZADIYÊ

Sorxwîn Amed; hevrêya min, keça bedew a Efrînê. Fedayî bû, bi xasetên fedayî bû û fedekar bû. Dixwest ku biçe Botanê. Rojekê xeyalên hevrêya min ku dixwest biçe Botanê nîvco man. Tu jî hevrêya Ferman Memyan bûyî û eynî rojê wê dilê xwe da azadiyê. Hûn bûne mêvanê hevrêyên fedayî yê Cenga Heftanînê.