Çalakvan Îbrahîm: Divê em xwedî li şehîdan derkevin

Ciwanê Êzidî Waet Îbrahîm ku ji bo bîranîna cangoriyên Şengal û Êzidxanê dest bi çalakiyekê kiriye, wiha got: “Ez ê berê xwe bidim goristana şehîdan û wan bi bîr bînim. Ji ber ku bi saya şehîdan em hene û wezîfeya me ye ku em xwedî li şehîdan derkevin.”

Ciwanê Êzidî Waet îbrahîm Hecî ê ji komalgeha Sîba Şêx Xidir, ji bo bîranîna şehîdan dest bi meşa dirêj kiriye.weat got  ku bîranîna Şehîdan erkê her kesî ye.

Di 15’ê Tebaxa 2018’an de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî  Mam Zekî Şengalî ku civaka Êzidî weka stûna tifaqa xwe bi nav kiriye, dema ku ji salvegera bîranîna Şehîdên komkujiya gundê Koço vedigeriya, di êrîşa hewayî ya dagirkeran de şehîd bû.

Di 16’ê Tebaxa 2021’an de jî fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û biraziyê wî şervanê YBŞ'ê Îsa Xwedêda di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Di 17’ê Tebaxa 2021’an de dewleta Tirk a dagirker nexweşxaneya Sikêniyê bombebaran kir û di encamê de 8 kes ku şervan û endamên Tendurstiyê bûn, şehîd bûn.

Ji bo bîranîna cangoriyên Şengal û Êzidxanê gelek çalakiyên cuda tên lidarxistin. Ciwanê Êzidî yê bi navê Waet Îbrahîm ji komelgeha Sîba Şêx Xidir, dest bi meşa dirêj kiriye.

Îbrahîm duh di saet 04:00’an de ber bi baxçeyê Mam Zekî ê li geliyê Şilo ku Mam Zekî lê şehîd bûbû, meşiya. Her wiha di rêya gundê Barê re berê xwe da Xanesorê û piştre jî ji wir serdana Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Berxwedan a li serê Çiyayê Şengalê bike.

Waet Îbrahîm wê li hemû cihên ku şehadet lê çêbûne, bigere. Niha Waet li Sûka kevin a Şengalê ku fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda di 16’ê Tebaxa 2021’an de lê şehîd bûbûn, meşa xwe didomîne. Çalakiya Waet li Naxweşxaneya Sikêniyê ya Ku di 17'ê heman mehê êrîş li ser hatibû kirin, wê bi dawî dibe.

Ciwanê Êzidî Waet Îbrahîm di derbarê meşa xwe ya ji bîranîna şehîdan de, ev tişt got: “Ez ê berê xwe bidim goristana şehîdan û wan bi bîr bînim. Ji ber ku wan şehîdan ji bo me kedek mezin dane, bi taybet jî Mam Zekî. Ji ber ku bi saya van şehîdan em hene û erkê me ye ku em xwedî li şehîdên xwe derkevin.”

Her wiha ji bo tenduristiya Waet Îbrahîm ku di bin 45 pile germahî de dimeşe, tîmên tenduristiyê jî pêre digerin û rewşa wî ya tenduristiyê kontirol dikin.