Çalakiyên protestoyî yên li Başûrê Kurdistanê zêde dibin

Li Başûrê Kurdistanê, çalakiyên ji bo şermezarkirina hikumetê têne lidarxistin di roja 5'an de ye. Çalakî zêde dibin.

Kedkarên li Başûrê Kurdistanê ji bo karibin heqdestê xwe werbigirin ev 5 roj in li qadan e û hikumeta herêmî protesto dikin.

Tevî Hewlêr, Silêmanî, Helebçe, Ranya, Koyê, Seyîdsadiq, Kelarê Aker û Qeladizê kedkar îro danê sibehê li gelek navçeyan daketin qadan û hikumetê protesto dikin.

BARZANÎ HATE ŞERMEZARKIRIN

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî duh daxuyaniyek dabû û ji bo kedkaran gotibû, "Çek û kêr di destê wan de heye" û bi vî rengî ew kiribûn hedef. Kedkaran jî Barzanî şermezar kirin.

Hejmara kedkarên ku doza mafê xwe dikin, roj bi roj zêde dibe. Kedkar dibêjin, hikumet êdî ne meşrû ye. Kedkaran dirûşma "Desthilatdara dizek bila hilweşe" qîriyan.

ASAYÎŞ ÊRÎŞ DIKE

Li Hewlêr, Duhok, Şêladizê û Soranê hêzên asayîşê yên ser bi PDK'ê êrîşî kedkaran kirin. Ji ber êrîşê gelek çalakger birîndar bûn.