Çalakiyên li Başûrê Kurdistanê didomin: Hikûmeta diz!
Çalakiyên mamoste û karmendên li Başûrê Kurdistanê di roja 9’an de zêde bûn.
Çalakiyên mamoste û karmendên li Başûrê Kurdistanê di roja 9’an de zêde bûn.
Çalakiyên protestoyê yên mamoste, karmend û xebatkarên tenduristiyê yên li Başûrê Kurdistanê di roja 9’an de ne.
Çalakî li bajarê Hewlêr, Silêmanî, Germiyan, Ranye, Kifrî, Helebce û gelek cihên din didomin.
Li pêşiya Edliyeya Silêmaniyê beriya 9 rojan kon hate vedan û çalakiya li vir didome. Xwepêşanderan nerazîbûn xwe li dijî hikûmetê tînin ziman.
'HEYA KU ENCAM BÊ GIRTIN, WÊ ÇALAKÎ BIDOMIN'
Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên "Bi pênûsa xwe em ê şaşiyên we rast bikin" , "Desthilatdarî hilweşe, dizî hilweşe", "Diz îstifa bikin", "Yên diz desthilatdar in", "Hikûmeta qumarê îstîfa" û "Bi çi rûyê hûnê deng ji me bixwazin" hatin berz kirin.
Çalakgeran diyar kirin ku hikûmet bi rêya daxuyaniyên "em ê di demek nêz de mûçe bidin" dixwaze çalakiyan biqedîne. Çalakgeran ragihandin ku heya mafên xwe bigirin wê çalakiyên xwe bidomînin.