Çalakiyên gerîla yên 15’ê Tebaxê: 10 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan salvegera 35’an a Pêngava 15’ê Tebaxê bi rêze çalakiyan silav kir. Di çalakiyêna de yek jê sîxûr û 9 leşker hatin kuştin.

HPG’ê got: “15’ê Tebaxê Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de bi armanca silavkirina Salvegera 35’an a Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li dijî artêşa Tirk rêze çalakî lidar xistin.

Hate ragihandin ku çalakî li navçeyên Çelê û Gever ên Coelemgêrê hatine kirin. Li Geverê gerîla ketine çar çeperan û 7 leşker hatin kuştin û gerîla çûne ser cenazeyên wan. Li Çelê jî di du çalakiyên cuda de 2 leşker û li Amedê jî sîxûrek hate kuştin.

4 ÇEPER HATIN RUXANDIN, 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN

HPG’ê li ser çalakiyan ev agahî da:

“saet 04:50’î hêzên me, li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ên li Girê Şehîd Afat a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi cih bibûn çalakiyeke ya serdegirtinê pêk anîne. Hêzên me yên heta çûn ser çeperên dijmin, ketin 4 çeperan û rûxandin. Li vir çûne ser cenazeyên 7 leşkerên Tirk. Hem wext hêzên me li çeperên din ên dijmin jî bi dijwarî lê xistine. Piştî çalakiyê di saetên şevê de li Girên Satê û Şehîd Afatê tevgera helîkopterên artêşa TC’ê pêk hatine. Hêzên me helîkopterên Kobra û Skorsky ên li qadê difiriyan kirin hedef. Ji ber bi dijwarî kirin hedef helîkopter neçar man ku ji qadê dûrkevin.

LI ÇELÊ LI ÇEPER Û WESAYÎTA ZIRXÎ HATE DAYÎN; 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Saet 08:30’î jî hêzên me, li dijî wesayîteke TC’ê ya dagirker li ser rêya di navbera Girê Ewlekarî û Alaya Bilîcan a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê pêş ve diçûn çalakiyeke sabotajê hate kirin. Di vê çalakiyê de wesayît bi temamî hate rûxandin 2 leşker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi wesayîtên zirxî kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine.

saet 09:30 – 19’ê 45’ê jî hêzên me li dijî dagirkerên li Girê Koordîne yê Çelê bi cih bûbûn 2 çalakî kirin. Di van çalakiyan de bi dijwarî li çeper û kozikan hatiye xistin, lê li ser hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk agahî nehatine girtin.

LI AMEDÊ LI SÎXÛRAN HATE XISTIN

23’yê Tîrmehê hêzên me saet 13:30’î li dijî wesayîteke ya girêdayî endamên istixbaratê ya li semta Şehîdlikê ya girêdayî navenda Amedê ye çalakiyek hatiye kirin. Di vê çalakiyê de ku ji nêz ve bi dijwarî li wesayîtê hate xistin, endameke istixbaratê hate kuştin û 3 endam jî birîndar bûne. Yekîneya me ya çalakî kirî bi silametî û saxlem gihiştine cihên xwe.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Êrîşên balafirên şer ên artêşa TC’ê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî didomimin, di vê çarçoveyê de;

10’ê Tebaxê saet navbera 16:00 û 23:30’î balafirên şer devera Meyrokê ya girêdayî herêma Garê bombe kiriye.

11’ê Tebaxê saet 11:00’ê devera Şehîd Kendal a Herêma Heftanînê bombe kirine.

14’ê Tebaxê saet 11:00’ê balafirên şer devera şikefta Birîndaran a Zapê û saet 11:30’î jî devera Bîrîkîm a Xakurkê bombe kiriye.

15’ê Tebaxê saet 17:30’î balafirên şer devera Şikefta Birîndara ya Zapê bombe kiriye.

16’ê Tebaxê (îro) di saetên sibê de devera Bîrîkîm a Xakurkê û devera Sîda ya Zapê bombe kiriye.

Di bomberdûmana 14’ê Tebaxê ya li ser Herêma Zapê de hevrêyeke me şehîd bûye. Di bomberdûmanên din de tu windahiyên hêzên me pêk nehatiye. Nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.”