Çalakiyên gerîla bênavber didome: 10 dagirker hatin cezakirin - HATE NÛKIRIN

Li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk gerîla jî li ber xwe bidin. Di çalakiyên gerîlayan de bi qasî ku hate tespîtkirin 10 dagirker hate cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrîşên dagirker daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 24’ê Nîsanê de li Geliyê Ademoglû yê Kemaha Erzîncanê kontrayên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ji bo ku hêzên me têxin bin kontrolê fotokapan li qadê bi cih kirine. Hêzên me li Geliyên Ademoglû û Mercanê 7 fotokapan îmha kirine.

Li qada Gilîdax a herêma Serhedê jî artêşa Tirk a dagirker dest bi operasyoneke nû kirine.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Di 8’ê Hezîranê de dagirkeran li dora çeperên şer ên Werxelê teqemenî bi cih kirine. Hêzên me ev teqemenî îmha kirine û dest danîne ser gelek malzemeyên dagirkeran.

Di 9’ê Hezîranê de saet di 15.00’an de dema ku dagirkeran hewl dan têkevin çeperên şer, hezên me bi sabotajê li wan dane. Piştre hêzên me bi çekan li dagirkeran dane. Di her du çalakiyan de 4 dagirker hatine cezakirin. Dagirkerên ku derbeke giran xwarin, neçar man ku astekê vekişin.

Di 9’ê Hezîranê de saet di 19.50’an de hêzên me ji çeperên şer ji du milan ve bi awayekî koordîneyî çalakiyek kirine. Milê yekemîn bi çekên şexsî û otomatîk ên navîn li dagirkeran dan. Milê duyemîn xwe bera nav dagirkeran dane, dest danîne ser gelek teqemenî û malzemeyên leşkerî. Di vê çalakiyê de bi qasî hatiye tespîtkirin 3 dagirker hatine cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê,

Di 9’ê Hezîranê de saet di 07.00’an de li dijî dagirkerên li Girê Xeregolê bi çekên giran çalakiyek hate kirin. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin dagirkerek hate cezakirin.

Hêzên me yên YJA-Starê di 9’ê Hezîranê de saet di 11.00’an de û di 10’ê Hezîranê saet di 07.00’an de bi çekên giran li Qereqola Girê ya Çelêya Colemêrgê dane. Hejmara dagirkerên hatine cezakirin û birîndarkirin nehatiye tespîtkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Geverê;

Di 9’ê Hezîranê de saet di 08.20’an de li Girê Îxanetê ya Qereqola Wargenima ya Gevera Colemêrgê li dijî dagirkeran çalakiyek hate kirin. Bi xurtî li çeperên dagirkeran hatiye xistin û li vir 2 dagirker hatine cezakirin.

QADÊN GUNDIYAN TÊ BOMBERDÛMANKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker qadên gundiyên li Başûrê Kurdistanê bomberdûman dike. Di heman demê de bi balefirên şer Herêmên Parastinê yên Medyayê jî hatine bomberdûmankirin.

Di 8’ê Hezîranê de saet di 23.00’an de qada Qela Qumriyê ya Kanîmasiya Amêdiyê 2 caran bi balefirên şer hatiye bomberdûmankirin.

Di 9’ê Hezîranê de saet di 12.45 û 14.25’an de Girê Zendûra ya Metînayê 2 caran bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

Di 9’ê Hezîranê de saet di navbera 13.00 û 13.30’an de derdora gundê Şiyê yê Dinartêya Akrê 5 caran bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin. Ji ber van bomberdûmanan agir bi qadên gundiyan ketiye û şewat didome.

Di 9’ê Hezîranê de saet di navbera 21.00 û 02.00’an de helîkopter û balefirên şer li Qada Qaşûra ya Metînayê geriyane. Di heman demê de Girê Zendûra, Derarê, gundên Kêste û Hirorê hatine bomberdûmankirin. Helîkopteran leşker anîna Geliyê Milîtan a qada Derarê.

Di 10’ê Hezîranê de saet di navbera 00.20 û 01.40’an de helîkopter li ser qadên Mamreşo û Mervanos ên Avaşînê geriyane.

Di 10’ê Hezîranê de saet di navbera 00.00 û 01.30’an de helîkopter li qadên Qela Bêdewê û Cîloya Biçûk geriyane. Helîkopteran qada Herfa T bomberdûman kirine.

Di 10’ê Hezîranê de saet di navbera 05.00 û 05.30’an de helîkopter li ser qada Qela Bêdewê geriyane.”