'Çalakiya Zîlan di warê xeta jina azad de pêngaveke nû bû'

Rêveber û Endamên Tevgera Azadiyê Jinê bal kişandin ser çalakiya Zîlanê û gotin, “Çalakiyeke dîrokî û stratejîk bû. Di heman demê de di warê xeta jina azad de jî pêngaveke nû bû. Li dijî êrîşên li ser Rêber Apo û gelê Kurd ev çalakî bû bersiv.”

Rêveber û Endamên Tevgera Azadiyê Jinê di bernameyeke taybet a Stêrk TV de qala wate û girîngbûna şehadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) kirin a ku di sala 1996’an de li Dêrsimê çalakiyeke fedaî li dar xistibû.

‘ZÎLANÊ ŞOPÊN MEZIN DI DÎROKA ME DE HIŞT’

Endama Tevgera Azadiya Jinê Pelda Çiya qala warê dîrokî yê çalakiya Zîlanê kir û got, “ Di destpêkê de em hemû şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr tînin û li hemberî têkoşîna wan, bi rezdarî kemberbest dibin. Serok Apo heval Zîlan wekî xwedawend bi nav kir. Xwedawend ew in ku civakê bi rê ve dibin, di vê wateyê de Zîlan me bi rê ve dibe. Heval Zîlan pêşenga jiyana jina azad e. Çalakiya Zîlan qasî ku dîrokî ye di heman demê de li hemberî dagirkeran jî bersiveke tund bû. Dagirkerên ku Serok Apo hedef girtin, li beranberî çalakiya Zîlan de, ketin nav tirs û xofê. Mirovên mezin di dîrokê de şopên mezin li pey xwe dihêlin. Zîlan wekî navê xwe mezin jiya û çalakiyeke mezin li pey xwe hişt.”

‘ZÎLAN BÛ SEMBOLA BERXWEDANA JINA KURD’

Zozan Rûken jî li ser çalakiya Zîlan axivî û got: “Qasî milê vê çalakiya dîrokî milê wê yê leşkerî û taktîk jî li pêş e. Şopdarê çalakiya heval Zîlan îro hene û wê her tim jî hebin. Em bi sekna hevala Zîlan serbilindin. Û heta ku yek jinek Kurd li serê van çiya hebe ewê şopdarê heqîqeta Zîlanan be.” Ruken: “Di salê 90’ de heval Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel jî çalekiya wan weke çalekiyek fedaî bû û di roja meya îro de jî Sema Koçer û hevalên dinê bune şopdarê mirasa hevala Zîlan.” Ruken wiha dawî li axaftinê xwe anî: ‘‘Ev çalakî çalakiyên stratejik û dîrokîne. Yê ku xwe di mêjiyê dijmin de teqandin ew bûn tirsa dilê dijmin.”

‘HEVAL ZÎLAN JI BO ME WATEYA JIYANÊ YE’

Şopdar û hevalê Zîlan yê têkoşînê Sema Zîlan di şexsê Zîlan de heskirina jina Kurd wîha anî ser ziman: “Tişta ku heval Zîlan dixwest jiyanek bi wate bû. Heval Zîlan ji bo me bû kok û wateya jiyanê. Ji bo ku mirov civakek bikaribe pênase bike, pêwîst e destpekê mirov li koka wê bigere, di ve wateyê de heval Zîlan koka jina Kurd e. Tu tiştek bê kok nikare jiyana xwe berdewam bike. Heval Zîlan ji hemû kesî zêdetir ji jiyanê hezdikir. Ji bo vê yekê got: ‘Ez dixwazim bibim xwediyê jiyanek bi wate û çalakiyek mezin.’ Ji bo ku em bikaribin hebûna xwe pênase bikin, pêwist e em destpêkê koka xwe xurt bikin.”

‘BERXWEDAN ÎRO DI ASTEKE MEZIN DE DIDOME’

Endama Tevgera Azadiya Jinê Gûlçîn Ûmût jî bal kişand ser rastiya dijmin û girîngiya fedaîbûnê û wiha got: ‘‘Mirov li kîjan serdema dîroka gelê Kurd dinihêre, dibîne ku tê de berxwedan heye. Êrîşên dijmin çiqas giran dibin berxwedana gelê Kurd ji ewqas mezin û dîrokî dibe. Îro ev berxwedan di astek pir mezin da berdewam dike.”

Ûmût bal kişand li ser rihê PKK’ê yê fedaîtiyê û got: “Bingeha tevgera PKK ê canbexşane û fedaîtî ye. Yê ku destpêkê tevlîbûn ev rih ava kirin û heya roja meya îro jî şopdarê wan hene. Dewleta Tirk li hember têkoşîn û berxwedana gelê Kurd ket xefika kalkên xwe.”

Ûmût gotina xwe wisa domand: “Em jin em xwe deyndarê Rêber Apo dibînin. Hem wek qadro hem jinên di nav civakê de ne, pêwist e li hemberî êrîşên dijmin bêdeng nemîne.”

Endam û rêvebirên Tevgera Azadiya Jinê dawiya axaftinê xwe de gotin: “Heta ku jineke Kurd an jî mirovek mabe ku navê PKK’ê bihîstiye wê têkoşîn û berxwedan jî bidome.”