Çalakiya Yadê Şenyaşar û kurê wê di roja 20'an de didome

Yadê Emîna Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ev 20 roj in li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza 'Dad'ê rûdinin.


Çalakiya malbata Şenyaşar a bi daxwaza 'Dad'ê ev 20 roj in li ber Edliyeya Rihayê didome. Wek tê zanîn li navçeya Rihayê Pirsûsê wekîlê AKP'yî Ibrahîm Halîl Yildiz û zêrevanên wî êrîş birin ser kargeh û nexweşxanê, hevserê Şenyaşar û 2 kurên wê kuştibûn.

Malbata Şenyaşar ji ber roja Yekşemê ye û avahiya edliy3e girtiye çalakiya xwe li nêzî avahiyê dikin. Malbatê li ser hesabê medyaya civakî got, ''Kargeha me hilweşamndin, nexweşxane kirin gola xwînê. Divê hesabê kesên ku li nexweşxanê qetilkirina hebe, wê hebe...Em pê dizanin, sûc teqez e. Sûcdar aşkere ye, wekîl û malbata wî ne. Bi qasî axîna zarokên li paş mane em ê dadwer bin. Daxwaza me ya DAD'ê di roja 20'an de didome.''