Çalakiya rûniştinê ya malbatên girtiyan a li ber edliyeyê

Malbatên girtiyan li ber edliyeyê li hev kom bûn. Polîsan dor li mirovan girtin ên ku dixwestin xwedî li çalakiyê derkevin.

Çalakiya Nobeda Edaletê, ku ji bo berdana girtiyên nexweş ji aliyê malbatên girtiyan ve li Amedê hate destpêkirin, di roja 129'an de ye. Malbat îro jî li ber edliyeya li Amedê li hev civiyan.

Endamên HDP, DBP, MED TUHAD FED, TUAY DER, OHD, MEBYA DER û MED DER'ê xwestin tevlî daxuyaniya malbatên girtiyan bibin.

Lê belê polîsê ku dor li edliyeyê girtibûn nehiştin endamên rêxistinên civakî tevlî çalakiyê bibin.

Li ser vê yekê malbatan jî dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî nerazîbûn nîşanî polîsan da û got, "Mirov dimirin, canê me dişewite."

Çalakî bi çepik û dirûşma "Maf, hiqûq û edalet" bi dawî bû.