Çalakiya nobetê ya xizmên girtiyan a li ber ATK didome

Xizmên girtiyan çalakiya Nobeta Edaletê didomînin û gotin, "Çi dibe bila bibe emê parastina mafê zarokên xwe bidomînin."

“Nobeta Edaletê” ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ku li Amedê dabûn destpêkirin, li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) berdewam kir. HDP, TJA, MED-TUHAD FED, TUAY-DER, MEBYA-DER, MED-DER piştgirî dan malbatan. Malbatan li vir daxuyanî dan û daxwazên xwe anîn ziman. 

‘ÇI DIBE BILA BIBE EMÊ MAFÊ ZAROKÊN XWE BIPARÊZIN’

Dayika girtiya nexweş Nazîme Boltan diyar kir ku ev şeş meh in nobeta edaletê digirin û got: “Şeş meh in em nobetê digirin û li ber deriyê van saziyan in, lê ji tu rayedarî deng derneket. Em heqê zarokên xwe dixwazin. Ez ê biçûma pîrozbahiya kurê xwe lê dûr bû nikaribûm biçim. Kurê min rewşa wî girane û divê were tedawîkirin. Lê nayê kirin. Çi dibe bila bibe ez ê heqê kurê xwe biparêzim.” 

Xwişka girtiyê nexweş Reşahat Ada jî wiha got: “Me edaletê xwest û em edaletê dixwazin lê edalet bicih nehat. Girtiyên me tedawî nakin. Ez çûm hevdîtina birayê xwe ber çavê wî reş û şîn bûbûn. Zextê li girtiyan dikin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî têbikoşin. Em cejna hemû girtiyan pîroz dikin. Berxwedan jiyan e.” 

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.