Çalakiya nobetê bi dawî bû: Her kêlî girîng e

Çalakiya nobetê ya ji bo desteka li Leyla Guven û girtiyan qediya. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî û got, ''Qonaxa krîtîk ji zû de derbas bûye. Di cih de divê daxwaz werin qebûlkirin.''

Çalakiya Nobetê ya ji bo destekta li Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de ku beriya niha bi 10 rojan li avahiya KCD'ê dest pê kirî qediya. Li ser vê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin.

'TEKANA DAXWAZ RABÛNA TECRÎDA LI SER OCALAN E'

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran di daxuyaniya çameniyê de axivî. Başaran bi bîr xist ku Leyla Guven ev 94 roj in di grevê de  ye, li girtîgehan û li gelek cihên cîhanê bi sedan mirov bi yek daxwazê dengê xwe dikin û domand: ''Tekana daxwaza girtiyên siyasî, siyasetmedar, welatî û nûçegihanan ew e ku tecrîda li ser Rêzdar Ocalan rabe. Rêzdar Ocalan piştî çalakiya Leyla Guven birayê xwe Mehmet Ocalan dît. AKP li gorî qanûna destûra darbeyê jî naçe. Siyaseteke wiha li pêşberî me heey ku qanûnên xwe jî bi cih nayîne.''

'TECRÎD BI RENGEKÎ SÎSTEMATÎK HATE BERBELAVKIRN'

Başaran bi domdarî got tecrîd bi rengekî sîstematîk ji Imraliyê dest pê dike û li tevahiya Rojhilata Navîn berbelav bûye û got:''Îro li ser siyaseta demokratîk, jinan, zarokan, ciwan û civakan tecrîd heye. Helwesta 300 girtî û hevrêyên  me yên din ku bi qêrîna Rêzdar Leyla Guven dest pê kirî bibiryar e. Bi rojane ku hewl tê dayîn ku mirov ji vê qêrînê re bibin deng lê tekane muxatabê vê desthilat û Wezareta Dadê ti dengî ji xwe dernaxîne. Heke encamên nebaş çêbibin desthilata siyasî û Meclîs e, ku Leyla Guven jî endamê wê ye. Her wiha zexteke giran li ser girtiyên siyasî heye. Cezayên disîplînê li girtiyên greva birçîbûnê tê birin. Li Edîrne û Xarpêtê girtî di hucreyên yek kesî de têne hiştin. Ev jî haziriya wê ye ku dewlet xwe ji mirinê re hazir dike.''

'DIVÊ DI CIH DE DAXWAZ WERIN BICIHANÎN'

Başaran bi domdarî got: ''Leyla Guven qonaxa krîtîk ji zû ve derbas kiriye. Bi tevahî bi qasî 12 kîloyan li xwe şikandiye. Deqeyek û kêliyek jî girîng e.''

Başaran got ew ê di rojên pêş de jî çalakiyan bikin, bang li nivîskar, hunermend, rewşenbîr û aktîvîsten mafê mirovan kir û got: ''Ne îro be lê kengî em ê li dijî vê rewşa bi şer dengê xwe derxînin? Heke ew roj ne niha be wê kengî be? Em ê li pêş vê tecrîda mitleq bibin asteng. Em bangli desthilata siyasî û Wezareta Dadê dikin, em daxwaze daxwazên wiha ne ku li Tirkiyê mîsogeriya jiyana hevpar e. Bang tê kirin ku hûn qanûnên xwe bi cih bînin. Beriya ku bi derengî bikeve divê desthilata siyasî di cih de bi girtiyan re rûne û daxwazên wan bi cih bîne.''