Çalakiya nobeda piştevaniya bi Asayîşa Êzidxanê re dewam e

Çalakiya xelkê Şengalê ya bi armanca piştevaniya bi Asayişa Êzidxanê destpêkirî, di roja 46’an de berdewam dike.

Çalakiya kon a welatiyên Şengalê ku di çerçoveya li dijî peymana Bexda- PDK’ê ya li ser Şengalê de, bi armaca piştevaniya bi Asayişa Êzidxan, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê vedabûn di roja 46’an de didome.

Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 46’an de ji aliyê welatî, meclîs û saziyên Şengalê ve dewam dike.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.