Çalakiya malbata Şenyaşar didome: Berxwedan desthilatdariyê têk dibe

Platforma Demokrasî û Kedê ya Amedê serdana Malbata Şenyaşar kir û got, “Desthilatdariya AKP li hember malbata Şenyaşar têk çû.” Polîsên ku hewl dan çalakiyê asteng bikin, neçar man paş ve vekişin.

Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 592'an de jî dewam kir. Dayik û kurê xwe serê siharê hatin ber edliyeyê û pankarta, “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” li bariyeran daliqandin. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê îro çûn serdana malbatê.  Rêveberên Şaxa OHD'a Rihayê tevlî şandeyê bûn.

Berdevka Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Yildiz Ok Orak anî ziman ku zextên li se Malbata Şenyaşar her roj zêdetir dibin û wiha dewam kir: “Bi bariyeran qada nobetê girtin. Niha jî kirine cihê otoparkê. Desthilatdariya AKP li hemberî berxwedana Malbata Şenyaşar têk çû. Ev biryardarî û sekna rast ya malbatê ji cîhanê re dibe mînak. Hişmendiya AKP’ê wê rojekî biçe, Malbata Şenyaşar bi sekna xwe ya rast di dîrokê cîhanê de cih bigre. Em li hemberî têkoşîna malbatê serê xwe ditewînin.”

Ok diyar kir ku heta daxwazên edaletê yên malbatê bên bi cih têkoşîna wan wê bidome û got: “Divê herkes bi malbatê re di nava piştevaniyê de be. Emîne Şenyaşar ji bo hemû jinan sembol e. Tevî hemû şertan jî lêgerîna edaletê ya malbatê berdewam dike.”

Polîsan piştî daxuyaniyê bi hinceta qedexeya walîtiyê xwestin nobetê asteng bikin. Bi dehan polîsên hatin qada nobetê, diyar kirin ku dîmen girtina çapemeniyê jî qedexe ye. Polîsên ji şandeyê re ragihandin ku heke daxuyaniyê bidin çapemiyê wê wan binçav bikin, li ser bertekên malbatê û beşdarvanan neçar man paşve biçin.

Şandeya, tevî astengkirina polîsan bi malbatê re bêhnekê nobet girt û dû re ji qadê veqetiya.