Çalakiya Hefteya Lehengiyê: 2 dagirker hatin cezakirin
Li herêma Zapê ji bo bîranîna şehîdên Hefteya Lehengiyê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 çeper jî hatin îmhakirin.
Li herêma Zapê ji bo bîranîna şehîdên Hefteya Lehengiyê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 çeper jî hatin îmhakirin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:
"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
23'ê Adarê saet di 21:10'an de li qada Kela Bêdewê ya Zapê, hêzên me ji 2 baskan ve bi rengekî koordîneyî li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de ku li dijî 2 çeperên dagirkeran hate kirin, herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin û herdu çeper hatin îmhakirin.
Ev çalakiya xurt a hêzên me ji bo bîranîna şehîdên me yên Hefteya Lehengiyê ya 21-28'ê Adarê û bîranîna lehengên nemir ên tevahiya Kurdistanê hate lidarxistin.
21'ê Adarê saet di 12:20'î de quntara Girê Şehîd Şerîf ê herêma Xakurkê bi balafirên şer hate bombekirin.
22'ê Adarê saet di navbera 18:30-19:10'an de qadên Saca û Şehîd Rustem ên herêma Zapê bi balafirên şer 3 caran hatin bombekirin."