Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 6'an de ye

Emîne Şenyaşar 6 roj in li ber edliyeya li Rihayê çalakiyê dike. Li gel astengiya polîsan jî Şenyaşar çalakiya rûniştinê dewam dike.

Emîne Şenyaşar ku xizm û parêzvanên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevser û du zarokên wê qetil kirin, 6 roj in li ber edliyeya li Rihayê çalakiya rûniştinê dike. Dayik Şenyaşar ku tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar hat ber edliyeyê, bi wêneyên hevser û zarokên xwe yên hatin qetilkirin, li ber edliyeyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Malbata Şenyaşar serê sibehê dema ku hate ber avahiya edliyeyê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Malbata ku 6 roj in di çalakiya rûniştinê de ye, ji wan re hate gotin, "Ev der avahiya cemaweriyê ye, hûn nikarin li vir rûnên." Ji ber vê astengiya polîsan malbatê li hewşa edliyeyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Şenyaşar destên xwe bilind kir, dua kir û bi gotina "Xwedayê min, gelo tu van tiştên tên serê min nabîne? Tu vê zilmê nabîne" kir feryad.

Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê û Jinnewsê yên ku xwestin çalakiyê bişopînin ji aliyê polîsên Tirk ve hatin astengkirin.

XIZMÊN WEKÎLÊN AKP'Î EW QETIL KIRIN

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya hilbijartinên giştî yên 2018'an, di 14'ê Hezîranê de di dema serdana wekîlê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz a li esnafan, parêzvan û xizmên wî êriş birin ser kargeha malbata Şenyaşar û piştre li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jî ev êriş dewam kirin. Di encamê de jî Haci Esvet Şenyaşar (67) û kurên wî Adil (36) û Celal Şenyaşar (41) qetil kirin.