Çalakiya dayikên Mexmûrê di roja 14'an de ye

Berxwedan û çalakiya rûniştinê ya Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ku li dijî ambargoya li ser kampê dane destpêkirin di roja 14'an de didome

Ambargo û dorpêça li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) a kete roja 59'an. Berxwedan û çalakiya rûniştinê ya Dayikên Aşitiyê yên Mexmûra ya li dijî ambargo û dorpêçê di roja 14'an de didome.

Çalakiya dayikan li benda kontrolê ya PDK'ê ya di navbera Mexmûr û Hewlêrê de ye. Li benda kontrolê gelek caran hêzên asayîşa PDK'ê êrîşî dayikan kirin û heqaret li wan kirin. Her wiha hêzên asayîşê destûr nadin ku kesek ji wargehê serdana dayikan bike, xwarin û vexwarinê ji bo wan bibin. 

Heta niha rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê tu bersiv nedana dayikan. Dayikên Aşitiyê yên Mexmûrê bi biryarin ku heta dorpêç bi dawî nebe wê çalakiya xwe bidomînin.