Çalakgerên greva birçîbûnê peyama bi deng şandin

Girtiyê bi navê Cuneyt Aslan ê 55 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye peyamek bi deng şand û da zanîn ku dewlet dixwaze wan hînî vê tecrîwê bike û wiha bang kir: “Rêbertî ji bo me nefes, rih û can e. Em ê bi rihê 14’ê Tîrmehê li ber xwe bidin.

Li Girava Îmraliyê tecrîdekirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Bi armanca tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 93’yemîn de li mala xwe greva birçîbûnê ya bê dawî û bêdorveger didomîne. Li dehan girtîgehên bajarên herêmê û Tirkiyeyê jî 291 girtî bi heman daxwazê di greva birçîbûnê de ne. Ji çalakgerên li Girtîgeha Tîpa D a Amewê yek jê jî Cuneyt Aslan e. Aslan ji roja 16’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye peyamek bi deng da.

Aslan ê ji sala 2016’an ve di girtîgehê de ye bi deng li ser navê hevalê xwe yên di greva birçîbûnê de ne axivî û armanca greva birçîbûnê vegot.  

Peyama bi deng a Aslan wiha ye:  

“Wek koma yekemîn ev bû 54 roj (duh) em 5 heval di greva birçîbûnê de ne. Em di destpêkê de hemû hevalên ku di grevê de ne silav dikin. Armanca çalakiya me ew ku; ew tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî bê şikandin. Tecrîdkirina Rêbertiyê tu bingehên wê yên ehlaqî, wîjdanî û mirovî tune ye. Ji bo ev tecrîd bê şikandin em ê çalakiya xwe bi biryardarî bimeşînin. Hewceye her kes vê yekê bizanibe. Tecrîd tiştek ku nayê qebûlkirinê ye. Îro dixwazin me hînî vê tecrîwê bikin. Tecrîwê wek tiştekî asayî û ji rêzê nîşan didin. Lê me vê yekê tu carî qebûl nekir û em îro jî qebûl nekin. Li dijî tecrîwê heta ji me bê em ê li ber xwe bidin.  

BÊDENG NEMÎNIN

Îro Rêbertî ji bo me can e, rih e û vîn e. Vîna me ya azad temsîl dike. Ji bo vê yekê bedela wê çi dibe bila bibe heya dawiyê em ê li dijî tecrîwê ber xwe bidin. Daxwaziya me jî ji gelê me û her kesî ew e ku; di vê demê de bêdeng nemînin û çi ji destê wan tê bikin. Ji heft salî heta heftê saliyan tiştek di vê demê de bike heye. Niha em jî li ser vî esasî çalakiya xwe didomînin.  

EM Ê BI RIHÊ 14’Ê TÎRMEHÊ LI BER XWE BIDIN  

Em dixwazin vê yekê jî bibêjin; çawa berê ku di Zîndana Amewê de hevalên me di 14’ê Tîrmehê de li ber xwe dan û bi ser ketin, em ê jî îro li vir wek wan hevalan li ber xwe bidin û em di wê bîr û baweriyê de ne ku em ê bi ser bikevin. Serkeftin wê bibe ya me û gelê me.  

DIVÊ HER KES JI TECRÎWÊ FÊM BIKE

 Niha gotina ‘Bê Rêbertî jiyan nabe” ji bo me tenê sloganek nîne. Ji ber ku Rêbertî ji bo me nefes e, can e û rih e. Wisa di cihek biçûk de ev bû 20 sal li ber xwe dide û bi hemû hêza xwe moral, bawerî û hêzê dide me. Dixwazin me bênefes û bêrêbertî bihêlin. Em ê tu carî vê yekê qebûl nekin. Divê di vê demê de her kes ji tecrîwê fêm bike û li dijî tecrîwê li ber xwe bide û bêdeng nemîne. Dem ne dema bêdengiya yê. Roj roja li malê rûniştinê nîne. Jixwe berê jî gelê me li dijî zext û zordariyên li ser Rêbertiya xwe li ber xwe dan. Em di wê baweriyê de ne wê îro jî li ber xwe bidin. Çawa pêşengên me gotin ‘Berxwedan jiyan e’ û bi ser ketin, em jî îro dibêjin ‘Berxwedan jiyan e’ û em ê bi ser bikevin.” 

‘GIRTÎ RASTÎ CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ TÊN’  

Aslan di hevdîtina vekirî de jî destnîşan kir ku rojnameya Yenî Yaşamê ji wan re naçe û gelek mafên wan civakî hatine desteserkirin û binpêkirina mafan pêk tê. Aslan ragihand ku cezayên dîsîplînê li hevalên wan dibirin û gelek jî rastî lêpirsîna dîsîplînê tên.