Çalakgera rojiya mirinê: Me wezîfeya xwe kir, dor a we ye -NÛ BÛ

Yek ji 15 berxwedêrên rojiya mirinê Ardil Çeşme diyar kir, berxwedana wan dewama 14'ê Tîrmehê ye û got, "Me wezîfeya xwe bi cih anîn, dor niha ya we ye."

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, rengê çalakiya xwe diguherînin û bi tevlîbûna 15 hevalên xwe wê dest bi rojiya mirinê bikin. Piştî daxuyaniyê jî 15 girtî 30’ê Nîsanê ketin rojiya mirinê. Ji van girtiyan yek jî Ardil Çeşme ye. Çeşme ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye û 30’ê Nîsanê jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.

Ardil Çeşme ku li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê ya Kocaeliyê tê girtin bi rêya telefonê ji ANF'ê re axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiya rojiya mirinê. Çeşme anî ziman, ku pêngava 'Em ê tecrîdê bişikînin faşîzmê hilweşînin' a berxwedanê bi çalakiya rojiya mirinê derbasî asteke nû bûye.

'RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ LI PEY BÛYERÊN PROVOKATÎF IN'

Çeşme destpêkê derbarê rewşa girtîgehê, tenduristiya xwe û hevalên xwe agahî da û got: "Li Girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê 139 roj in hevalên me li ber xwe didin. Li Girtîgeha Gebzeyê ez û heval Asli di rojiya mirinê de ne. Ji 1’ê Adarê û vir ve em di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvger de bûn. Ji 30’ê Nîsanê û vir ve jî em ketine rojiya mirinê. Rewşa me niha baş e. Lê belê rewşa hevalên me yên koma yekemîn ne baş e û hevalên me 139 roj in di grevê de ne. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê heval pir giran dikarin biaxivin, pirsgirêkên tansiyonê heye, ji ber serêşa zêde nikarin rakevin, dema dikuxwin xwîn ji kezebê tê û her wiha pirsgirêkên dîtinê jî li gel hevalan peyda bûne. Bi giştî li vir em 33 heval di çalakiyê de ne. Dîsa şert û mercên girtîgehê jî pir xirab in. Nêzîkatiyên rêveberiya girtîgehê li hemberî çalakgeran hatiye guhertin. Bi awayek kêfî hevdîtinan asteng dikin û derengiya şevê li qawîşê lêgerînê pêk tînin. Rêveberiya girtîgehê û gardiyan hewl didin provokasyonê bikin. Serdema salên 80’î çawa bû niha dijmin li girtîgehan dîsa pêk tîne."

'JI BER NÊZÎKATIYÊN XEMSAR ME DEST BI ROJIYA MIRINÊ KIR'

Çeşme diyar kir, pêngava bi grevên birçîbûnê hatiye destpêkirin û li ser xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê dewam dike û wiha pê de çû: "Tirkiye li gorî qanûnê xwe tevnagere. Tirkiye bûye qurbanê rejîma yek şexsî. Behsa mayîndetiya xwe dikin lê di esasê xwe de dixwazin mayîndetiya desthilata xwe biparêzin. Eger wezîrên AKP û TBMM di mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd de samîmî bin bila beriya her tiştî tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bikin û şertê jiyana azad û xebatê ya Rêber Apo werin afirandin. Li Girtîgehên Tirkiyeyê bi hezaran girtî di grevê de ne. Heta em bigihêjîn armanca xwe em ê çalakiya xwe bidomînin. 139 roj in dîlên azadiyê li hemberî tecrîdkirina Rêber Apo li ber xwe didin. Di 30’ê Nîsanê de ji ber xemsariya li hemberî çalakiya grevên birçîbûnê yên 139 roj in berdewam dikin, me biryar da ku em dest bi çalakiya rojiya mirinê bikin."

'AN EM Ê BI SER BIKEVIN, AN EM Ê BI SER BIKEVIN'

Çeşme bal kişand ser çalakiyeke canbexşanê û got: "Li derve çalakiyên gel kêm e û ji pêvajoyê re nabe bersiv. Divê gelê me li her alî derkeve qadan û qadan bikin cihê berxwedanê. Di vê serdemê de em li hemberî bêdengiya gel gelek xemgîn in. Ji ber xemsariya gel û AKP’ê me çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê. Berî niha li Girtîgeha Gebzeyê Heval Ayten Beçet çalakiyeke canbexşanê kir û bi çalakiya xwe hikumeta AKP û bêdengiya gel hişyar kir. Çi dibe bila bibe em ê tecrîdê bişkênin. Ji derveyî serketinê tiştek din li pêşiya me tineye. An em ê bi ser bikevin an em ê bi serbikevin. Divê gel biryara xwe bide. Dema dema şoreşê ye. Ji niha vir ve hemû gotin qediyane. Êdî pêdivî bi çalakiyên topyekûn heye. Ji bo siyaset û raya giştî ev pêngava me ya dawî ye. Ji vê pêngavê û vir de em êdî nikarin tiştek cudatir bikin. Divê demê de gel her tişt li ser milê girtîgehê hişt."

'DIVÊ GEL ÊDÎ BIRYARA XWE BIDE'

Çeşme da zanîn ku dîroka gelê Kurd bi berxwedanê tijiye û ev tişt got: "Gelê Kurd dîroka xwe baş dizane. Hîmê berxwedanê Xeyrî, Kemal û Mazlûman daniye û heta roja îro didome. Divê vê demê hemû ferdê civakê xwe li ber çavan de derbas bike. Divê ji îro û pê ve gelê me li hemberî zilma faşîst a AKP-MHP’ê rabe û li dijî zordestiyê serî netewîne. Bêdengî ji dîroka me dûr e. Dîroka me dîroka berxwedanê ye. Çawa ku di sala 1982’an Xeyrî, Kemal û Mazlûman li dijî wehşetê li ber xwe dan û bi ser ketin, em ê jî îro li ber xwe bidin û tecrîdê bişkênin. Ev berxwedan li ser rêya Kemalan didome. Bila gelê me baş bizane, bi AKP’ê re tiştek baş naçe û ji bilî rêya berxwedanê jî tu rê tuneye. Bila tu bendewariyên gel ji AKP û welatên Ewropa tunebe. Dîlên azadiyê biryara xwe dane û bi ruhê berxwedanê li ber xwe didin. Ji bo vê jî divê gel jî biryara xwe bide."

'PKK FELSEFEYA JIYANÊ YE'

Çeşme destnîşan kir ku PKK felsefeya jiyanê ye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Komara Tirkiyeyê baş dizane PKK bi ti êrîşan naqade û niha jî dixwaze bi rêya tecrîdê têkiliya Rêber Apo bi civakê re bibire. PKK felsefa jiyanê ye. Em ê bi ruhê felsefa jiyanê bi serbikevin û tecrîdê bişkînin. AKP’ê sonda Kurdan xwariye. Heta AKP hebe wê dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan bide meşandin. Ji bo vê divê tu Kurd serî netewîne. Li pêşiya me serketin heye, em ê bi ser bikevin. Ne gengaz e ku em li dijî vê zilmê li bin bikevin. Rêya serketinê Rêber Apo û şehîdên Têkoşîna Rizgariya Gelê Kurd nîşanî me daye. Divê gel bi vî ruhî pêşengtiyê bike."