9 girtî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne
6 girtiyên jin ên li Girtîgeha Xarpêtê bi mebesta ku tecrîd were rakirin ev 48 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne.
6 girtiyên jin ên li Girtîgeha Xarpêtê bi mebesta ku tecrîd were rakirin ev 48 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne.
Ji bo ku tecrîdkirina Rêberê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin, 3 girtiyên din jî yê li Girtîgeha Xarpêtê ya bi Ewlehiya Bilind dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.
Girtiyên bi navê Metîn Serhat, Musa Candemîr û Harûn Alkan ku bi rêya malbatên xwe ragihandin 17'ê Kanûnê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine heta ku encamekê bistînin wê çalakiya xwe bidomînin.
Greva birçîbûnê ya girtiyên bi navê Emîne Înan, Sevîm Ekîn, Gulîstan Seçkîn, Remziya Karadag, Kader Eker û Zeynep Turan ku bi heman mebestê li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê 2'yê mehê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin, kete roja 48'an. Hate gotin jinên ku ketine grevê gelekî li xwe şikandine û rêvebriya girtîgehê pêdiviyên wan bi cih nayîne.
Her wiha girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê ya bi Nimroya 1 û Nimroya 2'yan bi koman, her kem ji bo 10 rojan ketine greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorvegere..