9 endamên meclîsa HDP’ê ji erkê hatin girtin

9 endamên meclîsa HDP’ê yên şaredariyên Tuşba, Ebex û Artemêtan ên Wanê ji erkê hatin girtin.

Li ser biryara Wezareta Karê Hundir 9 endamên meclîsa HDP’ê yên şaredariya Tuşba, Ebex û Artemêtan ên HDP’ê di hilbijartina 31’ê Adarê de bi serketibûn û bi hinceta bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (BHQ) ku ji aliyê Desteya Hilbijartina Bilind (YSK) ve mazbatayên wan ên kar nehatibûn dayîn û li şûna wan namzetên AKP’î hatibûn bicihkirin, ji kar hatin dûrxistin.

Li gorî agahiyên hatin girtinendamên Meclîsa Şaredariya Artemêtan Savaş Encu, Sevînç Şeker, Atiye Esen, endamên Meclîsa Şardariya Ebex Pinar Demîr, Necmettîn Şahîn, Hulya Darak û Mehemt Sidik Moraner li gel endamê Meclîsa Şaredariya Tuşba Ercan Yilboga ne.

Rojên borî li bajar hevşaredarê Ebexê  Farûk Demîr û hevşaredarê Artemêtanê Medenî Ozer ji erkê hatibûn dûrxistin.

Dîsa 9 endamên meclîsa HDP’ê ya Şaredariya Tetwanê 20’ê Gulana 2019’an ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve ji erkê hatibû girtin.