8 sal di ser re derbas bûn, daxwaza hevpar edalete

Di ser komkujiya Roboskî ya 19 jê zarok bi giştî 34 kes bi bombekirina balafirên şer hatin kuştin re 8 sal derbas bûn. Lê hêj bersûc nehatin dîtin û nehatin darizandin. Li gel hemû zextên li ser malbatan jî daxwaza hevpar dîsan edalet bû. 

8 sal berê di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên F-16 yên girêdayî TSK'ê gundê Roboskê yê Qlebana Şirnexê bombe kiribû û 19 jê zarok 34 welati qetilkirin. 8 sal di ser komkujiyê re derbas bûn, lê hêj kujer û berpirsiyarên qetilkirina 19 jê zarok bi giştî 34 kesan nehatine ronîkirin û nehatin darizandin. Hêj hesap ji kesên ferman dan û bombe li ser zarok û ciwanên Roboskî de barandin nehatiye pirsîn. Dijberî vê yekê tê xwestin ku ser komkujiyê û berpirsiyaran bigirin û veşêrin. Li şûna hesap ji berpirsiyaran bê pirsîn, kesên dixwazin bûyerê ronî bikin û dengê xwe bilind bikin rastî astengiyan tên. Kesên bi şopa dozê dikevin tên binçavkirin û rastî lêpirsînê tên. 

BEDENÊN BIÇÛK PARÇE ÇARE KIRIN

Dema ku mirov li rûpelê dîrokê dînêre wê bibine ku piroveyên qetilkirina gundiyan di sala 2010’an de ji hêla helîkopterên tîpên Skorskî û Kobra yên TSK’ê ve hatibû kirin. Welatiyên gundê Robosiyê yên di sala 2010’an de li ser sînor bazirganî dikirin weke sala 2011’an rastî êrîşî hatibû. Welatiyên bi hewara gundiyên xwe ve çûbûn rastî êrîşê hatibûn û welatî hatibûn gulebaran kirin. Her wiha bi dehan welatî ji hêla leşkeran ve dîl hatibû girtin û bi saetan hatibûn îşkencekirin. Dîsan komkujî, dîsan Roboskî rûpelên salnameyê ku 28'ê Kanûna 2011'an nîşan dida, bêdengiya şevê ya li ser sînorê nêzî gund bi dengê bombeyan xira bû. Li gundekî sînorê ku hebûna xwe berdewam bikin bi salan heta niha derbasî Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê dibin û bazirganiya cixare, çay û mazotê dikirin, 19 jê zarok 34 welatiyên sivîl li ser rêya vegerê bûn, ji hêla balafirên şer ên F-16 yên girêdayî TSK'ê ve bombeyên bi sedan kîlo giranî bi ser wan ve berdan û ew qetil kirin. Agahiya komkujiyê ji hêla Servet Encu ku ji komkujiyê sax filitîbû gişt gundiyan.

DINYA KER, LAL Û KÛR BÛ

Dema komkujî pêk hat û bedenên biçûk parçe parçe kirin û dinya li hemberî wê ker,lal û kûr bû. Komkujî ji hêla çapemeniya Tirk ve nehat weşandin û dihat xwestin ku komkujiyê ji raya giştî veşêrin. Medyaya hewûzê li hêviya daxuyaniya fermî bû, piştî daxuyaniya Walitiya Komarê ya Şirnexê bi ser navên “Li Qilabanên 35 kes hatin kuştin”, “35 kes mirin. Em pir xemgîn in”, “Gotin PKK'î ne 35 welatî kuştin" û “Şaşiya qehr dike" serwîs kirin. Bi van sernavan dewletê xwest di ser komkujiyê de bigre lê çapemeniya Kurd bi hemû rastiya xwe ev bûyer ji raya giştî re aşkera kir. Piştî medya û hikûmetê xwestin ser bûyerê bigirin darazê jî piştgirî da hikûmet û medyayê û xwest ser bûyerê veşêre.

DMME’YÊ SERLÊDANÊ RED KIR 

Têkildarî komkujiyê Serdozgeriya Komarê ya Qilebanê dosyeyek amade kir û pişt re Dozgeriya Leşkerî ya Giştî biryara “neşopandinê” ji bo dosyeyê da. Pişt re dosye birin Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û li vir jî bi hêceta “ewraq kêm in” hat redkirin. Li ser vê yekê 281 serlêderan dosye şandin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME). DMME nêzî du salan dosyeyê rawestan û bi hinceta “rêyên hiqûqa navxweyî nrqediyan” dosyeyê red kir.
 
JI DAXWAZA XWE YA EDALETÊ PAŞ DE GAV NAVÊJIN

Malbatên Roboskî ji vê rewşa redkirina dosyeyê ya ji aliyê DMME’ê ve hin siyasetmedarên Kurd, Serokê Baroya Şirnexê Nuşîrvena Elçî û parêzerên Baroya Şirnex bepirs nîşan dan. Têkoşîna edaleta malbatên Roboskî ya malbatan 8 sal e bênavber didome. Malbat 8 sal e bi daxwaza “Ji bo Roboskî û edaletê bila kiryar ben darizandin” diçin ser gora zarokên xwe dixwazin kujer bên darizandin.

CIWAN JI BER BÊKARIYÊ KOÇ DIKIN 

Gorên 34 kesan li ber gund in. Malbat her roj bi êşa zarokên xwe radikevin û radibin. Hin malbat bi hiş eşyayên ji zarokên wan mane xwe dilxweşî dikin. Malbatên Roboskî cilên reş li xwe dikin. Dawet û cejnên xwe di nava şînê de derbas dikin û tişta malbat dikişînin tenê ne ev in. Malbat piştî komkujiyê rastî gelek neheqiyên aborî jî hatin. Bazirganiya sînor jî bi temamî hat astengkirin. Ciwanên gund neçar man ji gund berê xwe bidin metropolan û bixebitin. Gelek ciwanên bêkar dimînin neçar in şivaniyê li gund bikin. Gelek mirovên gund jî di bîrên komirê ku wek “bîrên mirinê” tên pênasekirin de dixebitin.

DAXWAZA HEVPAR DÎSAN EDALET

Di ser komkujiyê re 8 sal derbas bû. Rayedarên hikûmetê yên wê demê û çapemeniya Tirk komkujiyê wek “Qezaya operasyonekê” dan nîşandan. Xwestin bi şiklê qezayê ser komkujiyê bigirin. Tevî ku 8 sal derbas bû jî hêj kujerên komkujiyê nehatine dîtin. Li gel hemû zextên li ser malbatan jî daxwaza hevpar dîsan edalet bû.

‘BILA EV ZILM BI DAWÎ BIBE’

Şervan Encu hêj 19 salî bû û di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Şervan Encu wek hemû malbatan hêj êşa zarokê xwe dijî. Dayika Şervan Encu, Leyla Encu xwest kiryarên zarokên wan bên dîtin û got: “Ev 8 sal e ez di şînê de me. Bila êdî ev zilm bi dawî bibe. Ez dayika 34 bedenên mirîn me, Newzat û Şervan kûr apê hevbûn. Kesên hatin qetilkirin hemû xizmên hevbûn û hemû jî zarokên min bû. 8 sal derbaz bûn kujer nehatin dîtin û darizandin. Dewletê bi awayek zanebûn zarokên me qetilkirin, dewlet dibêje ‘xeletî’ çêbû. Xeletiyek wiha çawan çêdibe. Roboskî xeletî çêbû, ma li Serêkanîyê û Tiltemir jî xeletî çêbû. Ji ber ku em Kurdin û em li pey doza heqîqetê ne em tên qetilkirin. 8 sal e hemû deriyên edaletê li me hatine girtin. Herî dawî AYM û DMME jî hev derî li me girt. Ji ber ku dewleta Tirk ruşvet daye her kes bêdeng kiriye. Lê çi dibe bila bibe em ê dest ji doza xwe ya mafdar bernedin. Bav û kalepîrê me debariya jiyana xwe li ser vî sînirî kiriye. Şervanê min gelek ciwan bû û nû giha bû. Lê dewleta dagirker Şervanê min qetil kir. Ligel her tişî ez dîsan daxwaza edaletê dikim û dixwazim kujer bên dîtin û darizandin.”

‘WEKE ROJA EWIL EM DIŞÎNÊ DE NE’

Mehmet Alî Tosun dema hate qetilkirin 21 salî bû û di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da. Dayika Mehmet Alî Tosun, Fadîla Tosun weke roja ewil êşa kurê xwe dijî. Piştî komkukjiyê û vir de kurê Leyla Tosun ê jî Mehmet Alî Tosun biçûk tir, êşa 34 kesan di kûrahiya dilê xwe hîs kir û berê xwe da li serê çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên PKK’ê bû. Remezan di sala 2017’an de li Kato jîrikan di pevçûnek li gel artêşa dagirker de şehîd ket. Dayik Leyla Tosun dibêje, 8 sal derbaz bûn tenê daxwazek min heye ew jî dîtina kujerane û wiha got: “34 ciwan, 34 gulên ji nûve dipişkivin ji hêla balefirên şer ên TSK’ê ve hatin bombe kirin. Ew bedenên biçûk parçe parçe kirin. Li çiyayên Roboskî me zarokên xwe di poşetan de komkir. Êşa me gelek nû ye û weke roja ewil em di şînê de. Zarokên me tenê ji bo debariya jiyanê berê xwe didan sînorên mirinê. 34 kesên ku hatine qetilkirin hemû jî xwedî xeyal bûn û li pey wan tenê xeyalên wan man. Dema em li doza xwe xwedî derkevin rastî zext û zordariya dewletê tên. Zarokên me yên mayîne tên binçavkirin û girtin. Li me hemû malbatên Roboskî doz hatiye vekirin. Kesên ji derdor tên gund û dixwazin diçin li ser şehîdgehê rastî cizayê pere yê dewletê tê. Xwedê heqê me nehêle. Heta kujer bên dîtin û darizandin em ê li pey doza xwe bin.” 

‘HETA EM SAXBIN…’

Hevsera Osman Kaplan, Pakîze Kaplan ew jî weke hemû malbatên Robokî 8 sal e di şînê de ye. Dema Osman Kaplan hate qetilkirin li pey xwe 5 zarok hiştin û zarokê herî biçûk 3 salî û yê herî mezin jî 11 salî bû. Hevser Pakîze Kaplan jî wiha dibêje: “ Li gund tu derfetên kar tuneye, hevserê min ji bo debara jiyanê neçar ma ku berê xwe bide sînor. Ji sînor jî tenê rojê 25 TL qezenc dikir, ji ber ku qatir ne yê wî bû. 8 sal e em daxwaza edaletê dikin. 8 sal em rastî zextên dewletê tên. Bi tu awayî hesap ji berpirs û faîlan nehat xwestin. Ligel vê yekê jî piştî komkujiyê, em rastî gelek êrîş û zextan hatin. Dewletê 34 ruhê me qetilkirin. Me neheqî li dewletê nekiriye. Berevajî dewletê neheqî li me kir. Gelo ev  qet destên xwe na danîn ser wijdanên xwe? Ma tu caran nabêjin mafê Kurdan jî hene? Gelo çima tim Kurd tên kuştin. Heta ku em saxbin, em ê ji bo şehîdên Roboskî têbikoşin û em dest ji doza xwe bernedin.”

‘HEWARA EDALETÊ’

Selam Encu hêj 22 salî bû û di komkujiyê weke 33’ê cangoriyan jiyana xwe ji dest da. Malbata Selam Encu weke hemû balbatan hêj êşa kurê xwe dijî. Dayika Selam Encu, Semîra Encu anî ziman ku li gel 8 sal derbaz bûn jî hêj bersûc nehatine dîtin û nehatine darizandin. Dayik Encu bilêv kir ku dema kurê wê hate qetilkirin hêj nû zanîngeh qedandî bû û got: “Mala kujeran xira bibe nehêla kurê min bigihêje xeyalanên xwe. Li dewsa kujer bên dîtin û darizandin ev e 8 sal e dewlet li me doz vekiriye. Ji ber ku em diçin li ser gora zarokên xwe û doza edaletê dikin em ji aliyê serdozgerên dewletê ve tên darizandin. Roboskî 8 sal e xemgîne û di nava şînê de ye. Li gel her tiştî em disîsan hewar dikin û dibêjin edalet.”

‘EDALETA TIRKIYEYÊ DI ROBOSKIYÊ RE DERBAZ DIBE’

Hamza Encu hêj 20 salî bû û di komkujiyê weke karwanên hevalên xwe bi qatirên xwe re hate qetilkirin. Dayika Hamza Encu, Kadriye Encu jî anî ziman ku ev e 8 sal e di ser komkujiyê de derbaz bû, lê hîna kujer nehatine dîtin û darizandin. Dayik Encu destnîşan kir ku ew dikevin sala 9’emîn û banga edaletê kir û got: “8 sal e weke roja ewil em di şînê de ne. Heta ku edalet neyê Roboskî em ê li pey doza xwe bigerin. Edaleta Tirkiyeyê di Roboskiyê re derbaz dibe. Ez daxwaza şehîdan dikim. Bila kujer bên dîtin û darizandin. Mirov wan bombeyên giran li ser bedenên biçûk de nareşîne.”

‘AYM û DMME HEVKARÊN KOMKUJIYÊ NE’

Bavê Şervan Encu, Şemal Encu jî anî ziman ku 8 sal derbaz bû li Roboskiyê tiştek nehat guhertin û wiha got: “ Ji roja 28’ê Kanûna 2011’an û vir de dema hikûmeta AKP’ê zarokê me qetilkirin çi guhertin çê nebû. Zextên li ser malbatan zêde bûn û doz li hemû malbatên Roboskî hate vekirin. Hikûmet dibêje, van kesan sînor îhlal kiriye. Hikûmet weke navê xwe dizane gundiyê Roboskiyê bi vê yekê debariya xwe dike. Ev e sed sal e tenê çavkaniya me sînor e. Li Tirkiyeyê hemû rêyên hiqûqê hatin girtin. Me weke malbat serî li  AYM û DMME jî da lê mixabin wan jî deriyê xwe li ser me girt û êşa me nû kirin. AYM û DMME jî bi biryara xwe bûn hevkarên Tirkiyeyê. Em dizanîn ji bo ku Tirkiye li ser dozê bigre li her derodorê xwe ruşfet belav dike. Lê em ê bi tu awayî dest ji doza xwe bernedin. Em ê heta dawiyê li pey mafê zarokên xwe bibin.”

‘EDALET, EDALET Û EDALET...”

Nadîr Alma dema hate qetilkirin 26 salî bû û di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da. Bavê Nadîr Alma, Sadik Alma weke roja ewil êşa kurê xwe ji kûrahiya dilê xwe hîs dike. Bav Alma dibêje, 34 zarokên me li pêş çavên dinyayê ve hatin qetilkirin û dinya wê rojê ker, kor û lal bûn. Alma destnîşan kir ku di ser komkujiyê re 8 sal derbaz bûn jî li gunê Roboskiyê tiştek ne guherî û êş weke roja ewile û wiha got: “8 sal derbaz bûn, edalet nehat Roboskî. Ev ne xeletiya dewletê ye, ev dijminatiya dewletê ya li dijî gelê Kurd. 34 zarokên me bi awayek zanabûn ji hêla dewletê ve hatin qetilkirin. Dilê me dişewite, zarokê me qetilkirin û bang li me kirin û dibêjin, ‘werin li pêş xwîna zarokên ve em tezmînat bidin’. Tezmînata we serê we bixwe. Em tiştekê ji we naxwazim, em tên dixwazin kujerê zarokê me bê dîtin û darizandin. Heta kujer neyên dîtin û darizandin jî em ê dest ji doza xwe ya mafdar neberdin. Heta xwîn li ser ruhê min digere ez ê bibêjim edalet, edalet û edalet...”