6 kes li Semsûrê hatin binçavkirin
Jendermeyan avêtin ser gundê Akçali yê li navenda Semsûrê û 6 kes binçav kirin.
Jendermeyan avêtin ser gundê Akçali yê li navenda Semsûrê û 6 kes binçav kirin.
Gundê Akçali yek ji cihên ku Walîtiya Tirk a li Semsûrê di navbera 12-26'ê Çileyê de weke 'Herêma Ewlekariya Taybet' ragihandiye. Jendermeyan avêtin ser vî gundî û 6 kes binçav kirin.
Balafirên şer ên bi tîpa F-16 jî pêr bombe li bejahiya gundê Akçali barandibûn. Piştre bi helîkopterê bi tîpa Skorsky gelek leşker û polîs daketibûn vê herêmê û dest bi operasyonê kiribûn.