6 gerîla hatin înfazkirin?
Li bejahiya Bedlîsê , di operasyona leşkerî ya 12’ê Çile de 6 gerîlayan jiyana xwe ji dest dabûn. Li serê her gerîlayekî şopa guleyekê hebû û vê jî gumana înfazê bi xwe re anî.
Li bejahiya Bedlîsê , di operasyona leşkerî ya 12’ê Çile de 6 gerîlayan jiyana xwe ji dest dabûn. Li serê her gerîlayekî şopa guleyekê hebû û vê jî gumana înfazê bi xwe re anî.
Artêşa Tirk li bejahiya gundê Germavê yê Bedlîsê, 12’ê Çile operasyonek dest pê kir. Operasyon du rojan dom kir. Di operasyonê de 6 gerîlayan jiyana xwe ji dest dabûn, 2 leşker miribûn. Cenazeyê 6 gerîlayên ku anîbûn morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê, bi mebesta ku werin teşhîskirin şanî malbatan dan. Di teşhîsa malbatan de derkete holê ku di serê 6 gerîlayan de şûna guleyekê heye.
Ji ber ku di serê gerîlayan de şûna guleyekê heye, bûyerên înfazê yên ku berê leşkeran bi saxî digirtin û înfaz dikirin bi bîrê anî.
Ji 6 cenazayên 3 jê yên ku anîbûn morgê 3 jê piştî ku hatin teşhîskirin û tespîta nasnameyê hate kirin radestî malbatan kirin. 7 cenazeyên ku nasnameya wan nehatiye tespîkirin jî li morga nexweşê têne rawestandin. Diyar bû ku cenazeyên ku di nav hefteyekê de neyên standin wê li goristana bêkesan werin veşartin.