59 malbatên din vegeriyan Şengalê

59 malbatên ji ber êrîşa DAÎŞ’ê ya sala 2014’an a bi ser Şengalê de li Wargeha Şariyayê diman, li Şengalê vegeriyan.

Di çarçoveya pêngava vegera koçberên li wargehan a ji bo Şengalê ya bi hevkariya rêxistina koça navdewletî IOM’ê, îro 59 malbatên din ji Kampa Şariya ya girêdayê Dihokê vegeriyan ser cih û warên xwe.

Malbatên vegeriyan nîvro gihiştin nav axa Şengalê û veger berdewam e.

Hatibû gotin ku wê îro nêzîkê 60 wesayît bigihijîn Şengalê, lê hate zanîn ku hinek wesayît li hin nuqteyên kontrolê hatine sekinandin û li benda destûra derbasbûnê ne.

Piraniya koçberên ku îro ji Kampa Şariya vedigerin, ji Sîba Şêx Xidir a Şengalê ne.

Koçber Bedel Rebo Hisên ku vegeriyaye, li ser vegera li Şengalê axivî û got: “Em ji xelkê Sîba Şêx Xidir in. Ez ji eşîra Qîraniyan im. Kêmek maye em bigihîjin malên xwe. Em gelek vegeriyan. Herêma Kurdistanê ji me texsîr nekir, Lê vegera ser cih û warên xwe gelek xweştir e. Em bawer dikin ku koçberên din jî derfet bibînin wê vegerin.”

Kefxweşiya şêniyên vegeriyane, ji rûyên wan diyar e û hêvî kir û xwest ku hemû Şengalî vegerin ser cih û warê xwe.