49 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
Gundên Caber ê Rojhilat û Caber ê Rojava, ku di Pêngava Xezeba Firatê de hatin rizgarkirin, bûn hedefa êrîşên çeteyan. Şervanên Odeya Çalakiyê ev êrîşên çeteyan têk birin. Di şer de 49 çete hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ'ê berî sê rojan bi hêzeke mezin û bi çekên giran êrîşî gundên Caber ê Rojhilat û Caber ê Rojava yên li nêzî Çemê Firatê kirin. Şervanên Odeya Çalakiyê di cih de bersiv dan êrîşan û şerekî dijwar qewimî.
Ev 3 roj in şerê li van her du gundan bê navber dewam dikin. Danê vê sibehê saet di 08:25'an de êrîşên çeteyan bi temamî hatin têkbirin. Di vî şerî de 49 çeteyên DAIŞ'ê hatin ukştin.
Çeteyan gelek alavên leşkerî li dû xwe hiştin û reviyan.