31 herêmên Dersîmê weke 'herêma ewlekariyê' hatin ragihandin

Li Dersîmê, 31 herêmên din ji ber operasyonên leşkerî weke 'herêma ewlekariya taybet' hatin ragihandin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Tirk a li Dersîmê, 31 herêmên li navenda Dersîmê, navçeyên Pulur, Pîlemûrî, Xozad û Qisleyê, li sivîlan hatin qedexekirin. Hat ragihandin, ev herêmên navborî ji 16'ê Gulanê heta 30'ê Gulana 2017'an weke 'herêma ewlekariya taybet' hatine ragihandin.

Herêmên hatine qedexekirin ev in: Balî, Kûrûtlû Deresî, Gozlek-Sepertek, Kûtû Deresî, Anpanos-Salderesî, Laç Deresî yên navenda Dersîmê, taxa Eroglû, Mercan Daglari, Kiran Deresî, Kinikan Tepe, Golanyaylasi, taxa Egercî, Dulbektaşi, Karaoglan Dagi, taxa Yarpûzlû, Alîsirti Geçîdî, Dalav Yaylasi, Karagol Yaylasi, Kûrûgol Yaylasi, Bastir Yaylasi, Kûrt Yaylasi, Çeşme Yaylasi, Yel Yaylasi, Ganîkastîk, Çigirli Yaylasi, Karadere yên navçeya Pulurê, Tavûklû, Dogantaş Dokûzkaya yên navçeya Qisle, Yoncalik Yaylasi, Sarigul Yaylasi yên navçeya Pîlemûrî û Kinzir Ormanlari ya navçeya Xozadê.