30 sal ceza dane parêzerê Celaliyan

Îran 30 sal ceza da parêzerê Zeynep Celalliyan Emîr Salar Dawodî.

Dadgeha Komara Îslamî ya Îranê 30 sal ceza da Parêzer Emîr Salar Dawodî. Duh darizandina Dawodî berdewam kir, ku Dawodî ji payiza par ve li zindana Evînê dihate girtin. Dawodî ji ber ku qenela Telgeramê vekiribû sûcdar hate îtin, 30 sal ceza lê hate birîn.

Dawodî ku Zeynep Celaliyan jî di nav de, parêzertiya gelek aktivîsan û muxalîfan dikir, ji payiza par ve li Tehranê hatibû girtin.

HEVJÎNA WÎ: EV CEZA HEQ NEKIRIBÛ

Hevjîna Dawodî Tenaz Kolahçiyan got hevserê wî tiştekî ku vî cezayî heq bike nekiribû, diyar kir, ji bo ku ev ceza betal bibe, wê serî li saziyên darazê yên îranê û qadên navnetewî bide.

RÊXISTINA EFÛYÊ HELWEST NÎŞAN DA

Rêxistina Navnetewî ya Efûyê daxuyanî da û got, ''Li bara cezayê ew behitî ne''. Di daxuyaniyê de hate gotin ev ceza nayê qebûlkirin, bang li saziyên Îranê kir ku Dawodî demildest wer berdan.