3 milyar dolar ji petrola Başûrê Kurdistanê windaye!

Parlamenterê Tevgera Goran yê Başûrê Kurdistanê Faîq Mistefa ragihand ku PDK'ê di 4 mehên sala 2017'an de rêjeya 4 milyar dolar petrol firotiye û ji vî pereyî 3 milyar dolar windaye.

Endamê Komîsyona Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê ya Tevgera Goran a Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Faîq Mistefa diyar kir ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) têkildarî firotina petrola 2017'an heta niha ti belgeyek nîşanî komîsyonê ne kiriye.

Faîq Mistefa ji malpera SNN a ku navenda wê li Silêmaniyê ye axivî û wiha got: "Li gorî agahiyên ku min ji çavkaniyên Wezareta Petrolê ya Parlamentoya Iraqê wergirtî, herêma Kurdistanê di 4 mehên sala 2017'an de 65 milyon varêlên petrolê bi rêya xetên boruyan firotiye ji derve. Dahata vê petrolê jî dike 4 milyar dolar."

Mistefa diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 4 mehên sala 2017'an de tenê 2 caran mûce daye û got: "Dema ku em nîv mûçeyên ku dayî memûran hesab bikin ji milyarek dolar kêmtir tê dîtin. Di rewşek wiha de ji dahata petrola Başûrê Kurdistanê 3 milyar dolar windaye."

Mistefa bibir xist ku beriya niha Hoşyar Zêbarî yê PDK'yî ku ji aliyê Wezareta Darayî ve ji peywirê hatibû girtin û piştre ev agahî gihiştine destê wan û wiha got: "Ji aliyê Wezareta Petrolê ya Başûrê Kurdistanê ve  heta niha têkildarî dahata firotina petrola 4 mehan, ti agahî ji bo me nehatiye dayin."