3 girtî di greva birçîbûnê de ne

Li gorî agahiyan li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê 3 girtiyan bi dorvegerî dest bi greva birçîbûnê kirine.

Hate ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa L a Espiyê ya Gîresûnê, zextên li ser girtiyên siyasî zêde bûne. Girtiyan bi telefonê li malbatên xwe geriyan û dest nîşan kirin ku ji ber cezayê dîsîplînê yê li wan hatiye birîn, rayedarên girtîgehê dest danîne ser pirtûkên wan û girtiyan dixwin hucreyên yek kesî. Girtiyan, dan zanîn ku di van rojên bi talokeya vîrûsa korona re rû bi rû de ne, rayedarên girtîgehê destûr nadin ku ew derkevin baxçeyê û xwe nîşanî bijîşkan bikin. Girtiyan, dan xuya kirin ku dermanên wan jî nadin wan û destnîşan kirin ku girtî Sûphî Akbaş, Aras Aslan û Serkan Akkûş ji 18’ê Adarê ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kirine.

Malbatên girtiyan derbarê rewşa girtiyan bang li rêxistinên mafên mirovan kirin û li bendê ye ku malbat di rojên pêş de serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Wanê bidin.